• Ji Elmanyayê heta bi Skandînavyayê, ji Fransayê heta bi Awustralyayê Kurdan û dostên wan hem komploya 9´ê Cotmehê rûreş kir û hem jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava.

Li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li dehan navendên Ewrûpayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Kurd û dostên wan li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li 12 navendên Elmanyayê meş lidarxistin. Wekî din li welatên din ên Ewwrûpayê û heta bi Awûstralyayê jî xelk daket meydana, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk û û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rûreş kirin.

DUISBURG: Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a beriya 25 salan, li bajarê Elmanyayê Duisburgê bi mîtîng û meşekê hate proestokirin. Bi sedan Kurd û dostên wan hatin cem hev. Di mîtîngê de li ser navê TJK-E’yê Ayten Kaplan, Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça, li ser navê KOMAW’ê Fatma Ozer, li ser navê PYD’ê Zozan Dêrik û li ser navê MLKP’ê Şafak Denîz axivîn. Di axaftinên mîtîng û dema meşê de hat gotin, Rêber Abdullah Ocalan ji bo pûçkirina komploya 9’ê Cotmehê li Îmraliyê berxwedaneke herî xurt nîşan daye û bi projeyên xwe ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bûye hêviyeke mezin. Bi berdewamî hate gotin: “Komplo negihişt armanca xwe, Rojava îsbata vê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.”

DARMSTADT: Li vî bajarê Elmanyayê, Kurd û dostên wan meşiyan. Kurdistaniyên li Giessen, Russelsheim, Frankfurt, Hanau, Mannheim û Offenbanchê, beşdarî meşê bûn. Xwepêşandanê li Luisenplatzê dest pê kir. Xwepêşandêr ber bi kolana herî qelebalix a bajêr ve çûn û li navenda bajarê Darmstadtê bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.

HANOVER: Li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û êrişên qirkirinê yên dewleta faşîst a Tirk ên ji 5’ê Cotmehê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mîtîng û meş hate lidarxistin. Jin, Kurd û dostên wan saet di 13.00´an de li Steintorê civiyan û heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan. Di çalakiyê de hate gotin ku êrişên qirkirinê ji pergala êşkenceya Îmraliyê nayê qutkirin, hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê di çarçoveya pêngavê de çalakî bên lidarxistin.

BREMEN: Kurdan û dostên wan li Bremen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijêî Rojava û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Di mîtîngê de aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Xezal Yalçin bal bire ser girêdana êrişên dagirkeriyê û komploya navneteweyî. Xezal Yalçin got, “Dîktatorê Erdogan her roj Kurdan bombe dike. Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her roj jin û zarok tên qetilkirin. Em jin, gel, kesên ku li kêleka gelên mirovahiyê ne, dibêjin, heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber vê yekê, her tim zarok tên kuştin, jin tên qetilkirin, demokrat û rojnamevan tên girtin.”

KIEL: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê, Kurd û dostên wan ji bo komploya 9'ê Cotmehê protesto bikin, hatin gel hev û meşiyan. Çalakiyê li Kîel Hbf bi rêzgirtinê destpê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn şansekî mezin e. Divê gelên Rojhilata Navîn dest ji senaryoyên komployê berdin û bi Kurdan re têkiliyên cîrantiyê yên aştiyane biparêzin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku faşîst Erdogan careke din bi neheqî êrişî Rojava kiriye: “Tişta ku dixwaze bike rewşa dagirkeriyê ye. Em ti carî qebûl nakin û em wek hemû Kurdan li dijî wê radiwestin. Her çiqas heta niha ji Rojava ji Tirkiyeyê re yek çalakî pêk neaniye jî, dewleta Tirk a terorîst her cure bûyeran dike hincet û êrişî Rojava dike. Li wir gelê herêmê, zarok, alavên mirovahî, jîngehên sivîl û çavkaniyên enerjiyê dikin hedef. Sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer bi awayekî eşkere tên kirin, lê dewletên împeryalîst ên ku komplo çêkirine û destek kirine hê jî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a terorîst ti nerazîbûnê nîşan nadin.”

KASSEL: Aktivîstên Kurd û înternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber meşek li dar xist. Ew ji Halitplatzê heta bi Rathausê meşiyan. Meş li navenda Kasselê rastî elaqeyeke mezin hat. Wan got, azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd şertê bingehîn e: “Têkoşîna me ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi biryardarî bidome.”

STUTTGART: Komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Stûttgart ê Elmayayê bi meşekê girseyî hat protestokirin.

FREIBURG: Kurdên li bajarê Freiburgê û dostên wan li navenda bajêr civiyan û 25’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê protesto kirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest Danê, çalakiyek hat lidarxistin. Nav Berlîn (Meclîsa Kurdistaniyên Azad), TekoJIN, TCŞ, Kolektîfa Ararat, KKP, Dîroknas Nîck Branûs, Parlementerê Eyaleta Dîe Lînkê Ferhat Koçak û enternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn. Qisekeran got, ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li meydanan bin û tecrîda li dijî hiqûqa navneteweyî bişkînin.

 

Li çar navendên Fransayê

PARÎS: Li paytexa Fransayê, meşekê biîhtişam hat lidarxistin. Girseya ku komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û êrişên tinekirinê yên dewleta Tirk protesto kirin. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê, Kurdistaniyên ji Draguignan, Marignan û Montpelliersê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Canabierre civiyan û heta şaredariyê meşiyan. Li meydana Vieux Port 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Girseyê bi gotina "Rojava ne bi tenê ye" bang hat kirin ku demildest meydana hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk re bê girtin. Li ser navê Meclîsê Arîn Mîrkan, Roza Gundogdu daxuyanî xwend û got, “Em ê li qadan bin da ku tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bi dawî bibe û azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Em hêzên navneteweyî bi taybetî CTP vedixwînin ku hiqûqa xwe bi cih bînin."

BREST: Li bajarê herêma Brotanya yê Fransayê, Brestê Kurd û dostên wan ji bo êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li meydana Liberte hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî dan.

RENNES: Li bajarê Fransayê Rennesê bi meşeke komploya navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin. Kurd û dostên wan li meydana Place Colombierê civiyan, û heta meydana Rebupliquê belavok belav kirin. Wan nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da.

AMSTERDAM: Li bajarê Hollandayê Amsterdamê meşek bi hemanarmancê hat lidarxistin. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û danezanên ku komployê vedibêjin, hatin belavkirin. Qisekeran bal bire ser dîlgirtina 25 salan û tecrîdê, û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

KOPENHAG: Komplo û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê, bi mîtîngekê hatin protestokirin. Di mîtînga li Qada Vesterbro Torvet de li dijî êrişên dagirkeriyê, bang kirin da ku êriş bên rawestandin. Ji bo çalakiya 10’ê Cotmehê roja Sêşemê saet 13.00’an li ber Parlamentoya Danîmarkayê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan jî bang li xelkê hat kirin da ku hazir be.

OSLO: Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber  Ocalan, li paytexta Norwêc Osloyê bi mîtîngekê hate protestokirin. Mîtîng li qada stasyona trenê ya Osloyê çêbû. Endama Desteya Rêveber a Partiya Kesk û Hawirdorê ya Norwêcê (MDG) Bente Knagerhjelm, Seroka Rêxistina Jinan a Norwêcê Kvinnefronten Catherine Linn Kristiansen, Seroka Giştî Liv Muller Smith. Ji Şaxa Ciwanan a Partiya Sor a Norwêcê (Partiya Rødt) Sivertsen, Hevseroka Platforma Jinên Kurd Sara Baban û Hevseroka NCDK-OSLO Endam Aso axivîn. Qisekeran jî bertek nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî da û bal bir ser êrişên îmhayê yên dewleta dagirker Tirk ên li dijî Rojava.

STOCKHOLM: Li paytexta Stockholmê yê Swêdê bi armanca şermezarkirina komplo, tecrîd û êrîşên dewleta Tirk meşek hat lidarxistin.

ZURICH: Kurdistaniyên li Swîsreyê û dostên wan li bajarê Zurichê civiyan û komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê protesto kirin. Xelk li Helvetîaplatzê civiya, komploya 9’ê Cotmehê û êrişên dewleta Tirk ên ji 5’ê Cotmehê ve, proesto kirin.

VIYANA: Li Paytexta Awusturyayê Viyanayê, Kurd û dostên wan li ber Parlamenê civiyan. Li ser navê FEYKOM’ê Rêdar H. bang li hikûmeta Awusturyayê kir: “Tirkiye bi êrişên xwe yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer dike. Li hemberî van êrişan divê hikûmeta federal demildest mudaxeleyî êrişan bike.”

 

Li Awustralyayê jî çalakî hebûn

SYDNEY: Li bajarê herî mezin ê Awustralyayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, hatin şermezarkirin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, li Town Hallê çalakî li dar xist. Xwepêşandêran bang li raya giştî ya navneteweyî kir da ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk tavile bikevin nava liv û tevgerê. Heman rojê gelek parlementerên Partiya Keskan a Awustralyayê û Partiya Karkeran li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê civiyan. Senatorê Partiya Keskan, Davîd Shoebridge axaftinek kir. Shoebridge êrişên hewayî yên dewleta Tirk şermezar kir û got, ew ê van êrişan bixin rojeva Parlamena Federal.

MELBOURNE: Li bajarê Awustralyayê Melboûrnê jî, NAV-KURD’ê li ser Komploya 9’ê Cotmehê panelek li dar xist. Ji Komîsyona Perwerdehiyê ya NAV-KURD’ê Mahmût Kahraman têkîldarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk agahî dan. Kahraman anî ziman ku ew ê bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li ber êrişên îmhakirina Kurdan rabin.

NAVENDA NÛÇEYAN