Em ê li ber xwe bidin

În 29 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • “Dê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê bidomin.” 

Cihgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel bal kişand ser Komkujiya Zaxoyê û wiha got: “Dê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê bidomin.” 

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li Erdîş a Wanê çû serdana dikandaran.

Temel û şandeya pê re di ketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û piştre jî çûn serdana dikandaran. Di dema serdanê de xelkê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” got. 

Piştre Temel çû avahiya partiyê û li wir bal bire ser êrişên Tirkiyeyê: “Em ê bi ti awayî destûrê nedin ku komkujiyên nû yên mîna Zîlan, Roboskê û Zaxoyê bên kirin. Berxwedan û têkoşîna me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê dê bidome.

Me çawa li Stenbol û Enqereyê ji wan hesab pirsî, em dê li Kurdistanê jî vî hesabî ji wan bipirsin.”  

Temel piştre bi rûspî û şêniyên navçeyê re civiya. Li vir jî Temel qala şerên di navbera malbatan de kir û got, “Hin kesên ku dewlet wan xwedî dike, naxwazin ku pirsgirêkên di navbera malbatan de çareser bibin. Ev şer, lîstikên dewletê ne. Dibe ku li Stenbolê komeleyeke aydê Erdîşiyan hebe, lê avakirina van komeleyan a li navenda Wanê, lîstika dewletê ye. Dewlet bi vî awayî naxwaze Kurd bibin neteweyek. Dewlet dixwaze ku Kurd eşîr bi eşîr, gund bi gund ji hev cuda bibin.” 

Di civînê de pirsgirêkên bajêr û geşedanên heyî hatin nirxandin

MA / WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.