- Serokên partiyên siyasî yên Parlamena Ewrûpayê û endamên parlamenê bi daxuyaniyekê li dijî doza Kobanê, destek da HDP'ê. Wan got, ew ê qebûl nekin ku berxwedana Kobanê û piştgiriya wê bê krîmînalîzekirin.
Serokên partiyên siyasî yên Ewrûpayê û endamên Parlamena Ewrûpayê, têkildarî doza 'Kobanê' daxuyanî dan û desteka xwe ji bo HDP'ê eşkere kir. Ev doza hanê parçeyek ji operasyonên qirkirina HDP'ê ye û ji ber wê serokên partiyan û parlamenteran bang li her kesî kir da ku piştgiriyê bidin HDP'ê.
Li Parlamena Ewrûpayê; endamên Koordînasyona Koma Dostaniya bi Kurdan re François Alfonsi (Wekîlê Fransî yê Tifaqa Azadiyan a Kesk/Ewrûpayê), Andreas Schieder (Wekîlê Awusturyayî yê ji Tifaqa Pêşverû ya Demokratan&Sosyalîstan), Nikolaj Villumsen (Wekîlê Danîmarkî yê ji Çep Kesk a Çep a Yekbûyî ya Ewrûpayê / Nordik) û Heinz Bierbaum (Serokê Partiya Çep a Ewrûpayê), Evelyne Huytebrocek û Thomas Waitz (Hevserokên Partiya Keskan a Ewrûpayê), Lorena Lopez de Lacalle (Seroka Tifaqa Azadiyan a Ewrûpayê) û Sergei Stanishev (Serokê Partiya Sosyalîstên a Ewrûpayê 'PES') daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de îşaret bi 'Doza Kobanê' hate kirin ku bi dehan jê HDP'î 108 siyasetvan pê têne dadgehkirin. Wan got, bi zextên bi rêk û pêk, hewl didin HDP'ê bitepisînin, Berxwedana Kobanê krîmînalîze bikin. Wan bi daxuyaniyê got, doz siyasî ye.
Tirkan piştgirî dida çeteyan
Siyasetvanên Ewrûpî bi bîr xistin ku dozgeriya Tirk dixwaze zêdetirî 100 kesan bêne girtin ku birêveber û hilbijêrên HDP'ê jî di nav de ne. Wan got, rayedarên dewleta Tirk dixwazin, xwepêşandanên ji bo piştgiriya 'Berxwedana Kobanê' piştî bi salan weke 'piştgiriya ji bo terorîzmê' bê dadgehkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê berxwedan dihate kirin, dewleta Tirk piştgirî dida çeteyan û hate bibîrxistin ku HDP'ê wê demê xwest ku meclîs bûyerên hingî lêbikole, lê belê ev daxwaz ji aliyê AKP'a Erdogan ve hatibû redkirin.
Berxwedana Kobanê heq bû
Serokên partiyan û wekîlên Ewrûpî destnîşan kirin ku ew li ber vê neheqiya li HDP'ê tê kirin, radibin û nayê qebûlkirin ku hilbijartî ji ber bûyerên lêkolîna wan jî hatibû astengkirin, berpirsyar bên dîtin û ji ber vê yekê bên girtin. Di daxuyaniyê de ji partiyên siyasî û parlamenteran hate xwestin ku bala xwe bidin ser mijarê. Wan got, "Em piştgiriyê didin HDP'ê ya ku bi rêk û pêk zext lê tên kirin. Her wiha em dibêjin, berxwedana ji bo piştgiriya Kobanê nabe ku bê krîmînalîzekirin."
Di daxuyaniyê de ev gotina Selahattîn Demîrtaş hate parvekirin: "Ya ku Erdogan jê aciz bûye, kuştina mirovan nîne. Ya ku jê gelekî aciz bûye, têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê ye."
Banga piştevaniyê
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku doz wê di 26'ê Nîsanê de dest pê bike, lê belê ji ber tedbîrên şewbê nikarin weke çavdêr lê amade bin, li şûna vê yekê bang li her kesî hate kirin da ku li ser medya dîjîtal û li her devera ku lê ne piştgiriya HDP'ê bikin. Hate ragihandin ku ew ê li ser medya dîjîtal bi hashtagên #SolidarityWithHDP û #DefendKobani piştgiriyê bidnín HDP'ê.
Li dijî siyaseta fen û fûtên Erdogan
Li ser bingeha banga Koma Dostaniya Kurd a Parlamena Ewrûpayê û Lîderên Partiyên Siyasî yên Ewrûpayê, Nûnertiya HDP'ê ya Ewrûpayê jî kar dike. Di daxuyaniya nûnertiyê de hate gotin, "Em dixwazin vê banga girîng bigihînin her kesî. Ji ber tedbîrên şewbê gelek siyasetvan nikarin biçin, dozê bişopînin. Lê belê gelek siyasetvan di nava lêgerîna peydakirina alternatîfan de ne. Lewma bi vê bangê re em ê xwe bigihînin hemû partiyên siyasî, parlamenter, nûnerên saziyan û dostên xwe ku wê rojê çalakiyan bikin. Li dijî siyaseta fen û fûtan a AKP'a Erdogan û hewldanên krîmînalîzekirina HDP'ê û berxwedana Kobanê, em zanin ku yên di pêvajoya berxwedana Kobanê de xwedî li berxwedanê derketin, wê îro jî bi têkoşerên demokrasî û azadiyê re bin."
NAVENDA NÛÇEYAN