Dibistanên Rojava deriyên xwe vekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:09

  • Îro sibehê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li xwendekarên xwe vekirin ji bo sala nû ya xwendinê 2022-2023.

Îro sibehê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li xwendekarên xwe vekirin ji bo sala nû ya xwendinê 2022-2023.

Îro roja yekemîn a dewama dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, dest pê kir. Ligel wê jî li ser bipaşxistina dema destpêkirina sala xwendinê li herêma Firatê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, metirsî hene.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê Tebaxê de destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023’yan ragihandibû û eşkere kiribû ku 11’ê Îlonê roja yekemîn a dewama îdarî ye û 18’ê Îlonê jî roja yekemîn a dewama xwendekaran e.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, 4 hezar û 700 dibistan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku pêşwaziya 878 hezar xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî bikin.

Her wiha 61 hezar mamoste ji bo perwerdeyê di dewreyên perwerdeya havînê re yên li ser materyal û rêbazên danûstandina bi xwendekaran re derbas bûn.

Xwendekar bi zimanê xwe yên dayikê, yanî Erebî, Kurdî û Suryanî perwerde dibin. Îsal dersên Êzdayetî û Îslamê jî li dibistanan tên hînkirin. Amadekirina dersên Xiristiyantiyê jî têm kirin.

Li navçeyên Til Temir û Zirganê 3 hezar û 596 xwendekar ji xwendinê ji ber êrişên dewleta Tirk bêpar in. Li navçeya Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî jî 2 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar in. Li Şêrawayê jî 3 hezar xwendekar li 14 dibistanan tên belavkirin û hema hema ji xwendinê bêpar in. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.