- Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk çawa bi alîkariya teknolojiya Elmanya û Kanadayê balafirên bêmirov ên biçek çêdike û got: “Dewletên Xerbî ji komkujiyên dewleta Tirk ên bi SÎHA'yan, berpirsyar in.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî. Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li ser Lîbya, Sûriye, Iraq, Derya Spî û Kurdistanê û got, jê we ye ku bi bi vî rengî dikare li ser piyan bimîne.
Karayilan diyar kir, krîz û şer ji bo dewleta Tirk bûye rêbazeke siyasetê û got, "Lê belê em dibînin ku siyaseta wan a li Lîbyayê xitimî ye. Li Sûriyeyê ji ber ku çareseriyek nayê dîtin, rewş ne diyar e. Her wiha li Derya Spî û di mijara Yewnanistanê de jî di rewşê de asê bûye. Ji ber ku dewletên Yekîtiya Ewropayê hemûyan li dij helwest nîşan dan. Ji ber vê yekê xitimî ne. Yanî ev hewldanên dewleta Tirk wê nikaribe rejîma AKP-MHP'ê ji hilweşînê rizgar bikin."
Teknolojiya SÎHAyan Xerbî ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di şerê dagirkerî û qirkeriyê yê dewleta Tirk de piştgiriya dewletên rojavayî bi bîr xist û got: "Ji destpêka têkoşîna me ve tevgera me ne tenê li dijî dewleta Tirk şer dike. Li pişt dewleta Tirk her tim NATO hebû, hîn jî heye. Niha NATO bi giranî bi destê Gladiyoya xwe piştgiriyê dide. Yanî dewleta Tirk li dijî me her tim ji derve piştgirî wergirtiye. Niha jî hin belgeyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin hene, mijarên ku li Parlamenta Elmanyayê ketine rojevê hene. Tiştekî ku nema dikare bê veşartin; Dewleta Tirk li ser bingeha teknîka dewletên Elman û Kanadayê û hin şîrketên Îngiliz û DYE'yê balafirên bêmirov çêkiriye. Naxwe dewleta Tirk heta niha nekariye jeneratorekê jî bi xwe çêke."
Elmanya û Kanada berpirs in
Karayilan destnîşan kir ku Elmanya, ji komkujiyên ku li Kurdistanê bi tankên Leopardan û balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) tên kirin, berpirsyar e û got, "Kanada jî ketiye dewrê. Kanada jî ji van komkujiyan berpirsyar e. Yanî di komkujiyên dewleta Tirk de yên bi rêya van çekan li Kurdistanê dike berpirsyariya van dewletan jî heye. Em dixwazin bi taybetî vê yekê ji Elmanyayê re bêjin: Êdî bes e ji vê dijminatiya li Kurdan re! Êdî dijminatiyê li gelê Kurd nekin. Li Helebçeyê bi hezaran mirovên Kurd hatin kuştin; piştre eşkere bû ku Saddam ew teknîk ji Elmanyayê wergirtiye. Saddamê vê serdemê Erdogan e. Niha jî didin Erdogan. Gelo çi mafê Elmanyayê heye ku tevlî van komkujiyên faşîst ên li dijî Kurdan dibe! Yanî ya ku Elmanya dike, neheqiyeke gelekî mezin e li dijî gelê Kurd. Ev zilm e. Ji bo pereyan, ji bo berjewendiyên emperyalîst, mîna Saddam rê didin rejîmên mîna Erdogan ku gelê me qetil bikin. Tişta ku îro tê meşandin bi vî rengî ye. Lewma berxwedana gel û tevgera me hîn bêhtir bi wate dibe. Ji ber ku li dijî gelê me siyaseteke hegemonîk a navneteweyî heye û em jî li dijî vê li ber xwe didin."
Li dijî koronayê bi tevdîr bin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna vîrûsa koronayê li Kurdistanê û got, "Mêtingeriya Tirk, rejîma AKP-MHP dixwaze bi rêya koronayê gel bitirsîne û li malê dîlgirtî bihêle. Ji bo vê jî nahêle ku çalakiyên gel bên lidarxistin, nahêle ku mîtîng û protesto bên lidarxistin. Ji ber ku dixwazin van kiryarên nehiqûqî û binpêkirina mafên mirovan bidomînin. Yanî rejîma AKP-MHP'ê nexweşiya vîrûsa koronayê bi rengekî gelekî nebaş bi kar tîne. Divê destûr ji vê yekê re neyê dayin, ew hincet neyê naskirin. Pêwîste kes li hemberî kiryarên rejîma fşaîst bêdeng nemîne, divê çalakî bên lidarxistin, astengî neyên naskirin dijmin bê tengavkirin. Di vê mijarê de lazim e mirovên me hemû bi berpirsyarî nêzîk bibin. Herweha divê her kes di warê nexweşiyê de jî bi tevdîr be û ji bo têkoşînê hay ji tenduristiya xwe hebe.”
ANF/BEHDÎNAN