Ciwan dikarin dinyayê biguherin

Yekşem 29 Gulan 2022 - 21:33

  • Li bajarê Elmanyayê Lutzerathê Festîvala Înternasyonalîst a Ciwanan bi şîara “Têkoşînan bike yek - Kapîtalîzmê hilweşîne” hat lidarxistin.

PERVÎN YERLÎKAYA / LUTZERATH

Li bajarê Elmanyayê Lutzerathê Festîvala Înternasyonalîst a Ciwanan bi şîara “Têkoşînan bike yek - Kapîtalîzmê hilweşîne” hat lidarxistin. Ev cara yekê ye ku festîval tê lidarxistin. Ciwanên ekolojîst, antîfaşîst, antîkapîtalîst, femînîst hatin cem hev. 

LützerathLebt (Lutzerath dijî) û Make Rojava Green Again (Rojavayê ji nû ve heşîn bike) bi hev re festîval organîze kirin. Festîval li bajarê Lutzerath ê ser bi Rheinlandê şemiya bihurî bi rê ve çû. Lutzerath nêzîkî daristana Hambachê ye, ya ku niha çalakî lê hene ji bo ku ji bo şirketa kana komirê wê tine neke. Gundiyên deverê û ciwanên Elman ên aktîvîst wê daristanê diparêzin.

Ji ber ku li deverê ti kontrola polês nîne, her kes razî ye û tevî rewşa giran a siyasî û civakî, hemû dibêjin, “baş e ku em hatine.” 

Xelk û zimanên cihê hatin cem hev

Xwarin û vexwarin bê pere bûn, lê heger ji dilê hinan hat, wan bêşa xwe dida. Ciwanên ji miletên cihê hatibûn û dovîz û afîş jî bi gelek zimanan bûn. Di ketina meydana festîvalê de jî bernameya festîvalê, krokiya meydanê û broşurên agahdarkirinê yên bi çar zimanan hatin belavkirin. 

Meydan bûbû du beş. Li aliyekî dezgehên kitêban û sehne hebûn. Li aliyê din cihê semîneran, cihê zarokan, meydana voleybolê û aktîvîteyan hebûn. Di bernameyê de jî lîstika kişikê, hilkişîna bi daran ve, boyaxkirina rûyên zarokan û tiştên din hebûn. 

Em ê bi hev re bersivê bidin faşîzmê

Make Rojava Green Again, LützerathLebtê bi daxuyaniya xwe ya hevpar got, “Em li dijî kapîtalîzmê çiqasî karibin bibin yek, ew qasî em ê bi ser kevin. Bi têkoşîna xwe ya hevpar, helbet bersiva herî mezin em ê bidin faşîzmê."

Viyan Amed jî li ser navê TCŞ û TêkoJINê peyivî û bang li ciwanan kir ku di çarçoveya pêngava Werin Cenga Azadiyê de li her derî rêxistinkirî bersivê bidin faşîzmê. Paşê ciwan bi meşale û posterên Ocalan meşiyan.

Komalên Ciwan bi peyama xwe ya ji festîvalê re got, “Ev dinya wê bi têkoşîna ciwanan biguhere. Ciwan divê li her deverê têbikoşin, di nava şerê azadiyê yê li çiyayan de jî cihê xwe bigirin.”

Înternasyonalîstên ji Meksîka û Kolombiyayê tevlî festîvalê bûn, peyama piştgiriyê dan û xwestin têkoşîn bê xurtkirin. Înternasyonalîstan ji Filîstîn û Rojava jî peyamên bi dîmen şandin. 

Bernameya muzîkê jî rengîn bû. Pêşî Sorah û Intare yên Elman derketin ser dikê. Paşê Serhad Med, Nuarin, Rêber Serhed û Dilan Top stranên xwe gotin. Komeke govendên jî govendên Kurd nîşan dan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.