Çareserî paradîgmaya Ocalan e
Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:21
- Înternasyonalîstan bi rasthatina dehsaliya Nobeta Azadiyê, nobeta li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya 523´yan a çalakiyê de dewr girt.
BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG
Înternasyonalîstan bi rasthatina dehsaliya Nobeta Azadiyê, nobeta li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya 523´yan a çalakiyê de dewr girt. Wan îşaret bi qedrê paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan kir û ji bo çareseriyê xwestin tecrîdkirina wî bi dawî bibe.
Nobeta Azadiyê 25´ê Hezîrana 2022´yan ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û bidawîkirina tecrîdkirina wî li Strasbourgê dest pê kiribû.
Çalakgerên vê hefteyê yanî hefteya 523´yan înternasyonalîst in. Di çarçoveya nobetê de ew ê sibe bi beşdariya parlamenterên Parlamena Ewrûpayê daxuyaniyê jî li ser mijarê bidin çapemeniyê.
Ji nobetdaran Sarah Marcha di xebatên Jineolojiyê de cihê xwe digire. Wê got, “Paradîgmaya Ocalan a bi pêşengiya jinan, azadî, wekhevî û jiyana bi hev re ji xwe re dike esas. Ev hêzên neolîberal ên navneteweyî aciz dike. Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê bi alîkariya hêzên navneteweyî pêk tên. Em siyasetên tecrîd û şer ên li dijî gelê Kurd û Rêbertiya wî qebûl nakin.”
Rosina jî nobetdareke ji Elmanyayê ye. Ew dibêje tecrîd êşkence ye û êşkence jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Wê got, ew ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.
Matthias nobetdarekî ji Fransayê ye. Ew dibêje, Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û gelan hemûyan têdikoşe, dewleta Tirk jî ji êsîrgirtin û tecrîdkirinê peyamê dide gelê Kurd. Wê ji ber bêdengiya wî ya beramberî zilma li Kurdan dibe, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî rexne kir.