Hannu Huhtamo wênegirekî ji Fînlandiya ye. Bi pozên dirêj wêneyan digire, yanî li ber roniya kêm demeke dirêj deklanşora kameraya xwe vekirî dihêle û wisa wêneyan digire. Bi gotineke din ew bi ronahiyê wêneyan xêz dike. Ji lewma ronahiyê pirr xweşik bi kar tîne û hunerekî xweşik pêşkeşî bîneran dike.  

Karê dike, ne karekî hêsan e, ji bo pozekî bi saetan disekine û ji bo vî karî sebreke mezin divê. Huhtamo, nexasim di nav daristanan de û li ser behrê van wêneyan digire.

Xêzên wî yên ji roniyê, carê dibe ajalek, carê jî dibe kulilkek. Her wiha ew tiştên fantastîk jî diceribîne. Ew herî dawî li ser behrê bi ronahiyê wêneyên “Qû”yekê digire.

Wêneyên ku bi ronahiyê û bi pozên dirêj digire jidil jî wêneyên balkêş in û bêhemd bala mirov diçe ser wan. 

Heta ku poz temam nebe, Huhtamo jî nizane dê çi jê derkeve. Huhtamo dibêje, “Tişta hûn di wêne de dibînin tev di dema poz girtinê de pêk hatin. Gava çavên we girtîbin û hûn tiştekî xêz bikin hûn mecbûr dimînin konsantreyî bîra xwe bibin û bi masûlkeyên laşê xwe tevbigerin. Ev kar tiştekî zehmet e, lê di dawiyê de xelatekê jî tîne bi xwe re. Ceribandinên bi vî awayî dikin ku mirov zorê li xwe bike û tiştên dîtir biceribîne û fêr bibe.” 

NAVENDA NÛÇEYEN