Bi pîlanên Tirkan dizanin

Pêncşem 1 Tîrmeh 2021 - 04:15

  • Hozan Diyar: Me serdana Wezareta Pêşmergeyan kir, ew jî bi ti awayî naxwazin şerê Kurd bi Kurd re çêbibe. Pêşmerge jî bi metirsiya heyî dizanin. Hêviya me heye.

ÎDRÎS KARA

 

Şandek hunermendên 4 parçeyên Kurdistanê pêr çû serdana Başûrê Kurdistanê û ewilî jî çû Wezareta Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê. Şande hîn jî li Başûrê Kurdistanê ye û ji doh ve serdana saziyên ragihandinê dike. Li ser armanca serdana şandeyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê, endamê şandeya hunermendan, Hozan Diyar Dersim ji me re axivî. 
Hozan Diyar Dersim despêkê diyar kir ku ew weke şandeke hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê hatine Başûr. Wî got, wan berê înstiyatîfa hunermendên parçeyên Kurdistanê avakiribû û hewldanên wan ên ji bo yekîtiya neteweyî jî didomin. Di vê çarçoveyê de ew çûne serdana Başûrê Kurdistanê. Hozan diyar ji hevdîtinan bi hêviye û dibêje, "Ez bawer dikim, wê tiştek baş çêbe."

Firsendeke mezin heye

Hozan Diyar Dersim got, ew dizanin Kurdistan ji rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn ne dûr e û wiha pêde çû: “Li Rojhilata Navîn aloziyên mezin hene, hêdî hêdî dagirker dixwazin teşeyekî bidin Rojhilata Navîn û vê yekê jî li gorî berjewendiyên xwe dikin. Ji bo Kurdan firsendeke mezin derketiye holê û ev jî statu ye. Ji ber vê jî dagirker aciz in. Ev sed sal zêdetir e li ser Kurdan statuya koletiyê dane ferzkirin. Dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî Tirkiye, dibîne ku Kurd wê bibin xwedî statu. Ji bo vê pirr aciz e, ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn li ber xwe didin û ji bo statuyê jî derfeteke mezin ketiye destê Kurdan.”

Gerîla destan dinivîsîne

Diyar Dersim behsa berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran jî kir û got; “Tirkiye, dixwaze bi destê Emerîka, Iraq û welatên din provakasyonan çêke. Ev demeke dirêj e, gerîlayên azadiyê dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didin û destanên pirr mezin dinivîsinin. Tirkiye ketiye tengasiyeke mezin, dewlet hem di warê aborî de hem jî siyasî pirr tengav bûye. Ji bo wê jî Erdogan û Bahçelî dixwazin bi kuştina Kurdan desthilata xwe dewam bikin.”

Şer felaketa Kurdan e

Hozan Diyar got, dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare li ber xwe bide, lewma dixwaze bi destên din bi ser bikeve. Diyar Dersim dibêje, Tirkiye dixwaze bi destê Iraq û Emerîkayê bi ser bikeve, lê gel qebûl nake. Rastî, heger careke din şerek navxweyî çêbe, ev ji bo Kurdan wê bibe faleketeke mezin.

Hunermendên Başûr dengê xwe bilind bikin!

Diyar Dersim bang li hunermend, siyasetvan, rewşenbîr û gelê Başûrê Kurdistanê kir û got; “Divê herî zêde hunermendên Başûrê Kurdistanê dengê xwe derxin, siyasetvan û gel, her kes li dijî vê yekê derkeve. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze derba mirinê li Kurdan bixe, çawa Serêkanî û Efrîn dagir kir, niha dixwaze Mûsil û Kerkûkê jî dagir bike. 

Pêşmerge şer naxwaze

Diyar Dersim behsa hevdîtina şandeyê ya bi Wezareta Pêşmergeyan re jî kir û wiha dewam kir; “Eger şerek çêbe, gerîla û pêşmerge wê şer bikin. Lê ji ber ku gerîla û pêşmerge nexwestine, heta îro ev şer çênebûye. Pêşmerge jî nirxê vî gelî ne û bi salan şer kirine û kedeke wan heye. Me ji pêşmergeyan xwest helwêsta wan ya dijî şer dewam bike. Gerîla jî ragihand ku ew bi ti awayî şer naxwazin, jixwe gerîla di nava şer de ye û dewleta Tirk nikare xwe li ber wan bigre.” 

Pêşmege dizanin dagirker çi dixwazin

Diyar Dersim behsa helwêsta pêşmerge ya dijî şer kir: “Em gihiştin wê qenaetê, pêşmerge dizanin dewletên dagirker çi dixwazin. Dizanin ku dagirker dixwazin Kurdan bera hev bidin. Lê pêşmerge bi rastî jî naxwaze bi gerîla re, bi birayên xwe re şer bikin. Me ji bo pêşmergeyan got, êdî dayik naxwazin lawên wan di şerê li dijî hev de werin kuştin. Dilê dayikan bi fikar û mitalan e, dayik ji şer ditirsin. Me ev hemû ji wezareta pêşmerge re gotin. Em bi hêvî ne.”

Zimanê medyayê divê yekîtî be

Diyar Dersim herî dawî behsa serdanên wan ên ji bo saziyên ragihandinê yên Başûr kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Me doh (pêr) piştî serdana Wezareta Pêşmergeyan, serdana saziyên ragihandina Kurdî kir. Her kes yekîtiyê dixwaze, me ji wan re got madem herkes yekîtiyê dixwaze, divê em zimanê yekîtiyê di ragihandinê de bi kar bînin. Ji ber ku ragihandin li ser civakê xwedî bandoreke mezin e, ji bo vê me xwest ragihandina Kurdî hemû zimanê yekîtiyê bi kar bîne. Divê her kes erkê xwe yê nîştimanî û neteweyî pêk bîne, ji bo ku sibe dereng nebe, divê her kes dengê xwe derxe. Ez bawer dikim, wê tiştek baş çêbe.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.