'Berbû' wê qala Serêkaniyê bike

Nûçeyên Çand/Huner

duşem 14 îlonê 2020 - 23:00

Derhêner Safînaz Evdikê bi navê "Berbû" fîlmek li ser serpêhatiyên Serêkaniyê dikêşîne.
Safînaz Evdikê Piştî filma xwe ewil ‘Mal’ vê carê berê kameraya xwe dide ser çîroka jinekê ji Serêkaniyê. Safînaz Evdikê niha jî li ser projeya fîlma "Berbû" dixebite. 7 mehan li ser senaryoyê xebitiye û piştre jî xwestiye dest bi kêşandina fîlmê bike bes ji ber vîrûsa koronayê karê xwe rawestandiye. Lê niha carek din dest bi keşandina fîlmê kiriye.
Safînaz Evdikê ji Jinnewsê re wiha behsa filmê û pêvajoya çêkirina wê kir: ‘’Em beşa xwe yê kişandinê ber bi dawî ve dibin. Ji sedî 60 ji film hatiye kişandin, hemû beşên filmê bi dawî bûne tenê beşê koçberiyê maye. Ev jî dê li Dêrikê bê kêşandin ji ber ku hin cihên Dêrikê dişibîn Serêkaniyê. Hinek gundewarên Dêrîkê jî zirar dîtine li vir keşandina fîlmê dê rastiyêk din jî derxe holê. Dê di nava du mehan de wê kişandina filîmê bi dawî bibe. Zehmetiyên girand me derbas kir û niha jî em ber bi berhemên keda xwe ve diçin. Paşê jî em ê li ser deng, reng, muzik û montajê bixebitin. Ji bo filîmekê baş were çêkirin em di nava xebateke mezin de ne. Bi hêviya ku herkes li filma me temaşe bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.