• Li navçeya Ranyayê li dijî komploya 15’ê Sibatê bi dirûşma ‘Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’ meşek hat li darxistin.

Li navçeya Ranyayê li dijî komploya 15’ê Sibatê bi dirûşma ‘Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’ meşek hat li darxistin.

Piştî saetên nîvroj li navçeya Ranyayê bi tevlibûna gelek şêniyên navçeyê meşek li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat li darxistin.

Meşê ji ber Parka Derwaze dest pê kir ta Baxê Giştî dewam kir.

Di meşê de beşdaran posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û tîşortên ku wêneyên Rêber Ocalan li ser bûn, li xwe kirin.

Li ber Baxê Giştî, li ser navê Komîteya Azadiya Ocalan, RJAK û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê peyam hatin xwendin, komplo hat şermezarkirin û doza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan hat kirin.

Şêniyên Pişderê jî bi heman armancê li gundê Tutmê yê ser bi bajarokê Jarawe, meşek li dar xistin.

Li ser navê xelkê, Endamê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, Şêx Mihemed Bestê got, “Di nava 23 salên bihurî de li Îmraliyê Rêber Ocalan berxwedana herî mezin û dîrokî kir û tevayî hesabên dagirkeran serûbinî hev kir.” 

ROJNEWS/RANYA.