- Hefteya li pêşiya me wê barana meteoran a Lyridsê û Heyva Pembe werin dîtin. Barana meteoran a Lyridsê û Heyva Pembe wê vê hefteyê li DYE û Ewrûpayê bi şev werin dîtin.
Hefteya li pêşiya me wê barana meteoran a Lyridsê û Heyva Pembe werin dîtin. Barana meteoran a Lyridsê û Heyva Pembe wê vê hefteyê li DYE û Ewrûpayê bi şev werin dîtin.
Barana meteoran Lyrid wê di 14’ê Nîsanê de dest pê bike û bi qasî mehekê wê stêrk bixuricin. Heta 18´ê Nîsanê di nava saetekê de wê bi qasî 18 stêrkên dixuricin, werin dîtin. Lyrîd her sal di meha Nîsanê de pêk tê. Ev barana meteoran ji ber parçeyên stêrka Thatcherê pêk tê.
Di nava vê mehê de wê Heyva pembe jî bê dîtin. 27 Nîsanê wê mezintirîn heyva çardehşevî ya salê bê dîtin û ew rengên ber bi pembeyî ve nîşan bide.
FRANKFURT