99 leşker hatin kuştin

Çarşem 14 Îlon 2022 - 21:21

  • Li gorî daneyên Ermenistan û Azerbeycanê dane, di encama şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ji her du aliyan herî kêm 99 leşker hatine kuştin.

Li gorî daneyên Ermenistan û Azerbeycanê dane, di encama şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ji her du aliyan herî kêm 99 leşker hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerê li ser sînorê Ermenistanê de 50 leşkerên wan hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Ermenistanê şeva 12’yê Îlonê û sersibeha 13’yê Îlonê li dijî Daşkesen, Kelbecer, Laçîn û Zengilanê êriş kiriye. Her wiha hat gotin, di van êrişan de 50 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku şer, piştî topbarana artêşa Azerbaycanê dest pê kiriye. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan da zanîn ku di encama şer de 49 leşkerên wan hatine kuştin û dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.

Civaka navneteweyî jî ji bo agirbesteke lezgîn bang li her du aliyan kir. Yekîtiya Ewrûpayê xwest, dawî li dijminatiyê bê anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antony Blinken bang li rêveberên Azerbaycan û Ermenistanê kir da ku peymaneke aştiyê çêkin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî xwest, tavilê “dawî li dijminatiyê bê anîn û agirbest bê pêkanîn.”

Macron her wiha ragihand ku Fransa wê vî şerî bixe rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.