- Gerîlayên Kurdistanê di çalakiyên xwe de 26 û 27´ê Hezîranêherî kêm 16 dagirker kuştin. Li Avaşînê dîsa çekên kîmyewî li dijî gerîla hatin bikaranîn. Lê artêşa Tirk a nekarî xwe li ber gerîla bigire, qedemeyekê vekişiya.
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde dibin. Di çalakiyên dawî de herî kêm16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek kozik, çek û radar hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî daxuyaniyek weşand. Daxuyaniyê de li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê yê li herêma Heftanînê de ev agahî hatin dayîn: "Hêzên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan, 27'ê Hezîranê saet 08:45'an li devera Partîzanê li dijî dagirkerên li ser Girê Qesrokê çalakî kir. Di vê çalakiyê de li kozika çeka A4 hate xistin. 2 dagirkerên di kozikê de hatin cezakirin, çeka A4 û kameraya mobese hatin îmhakirin."
Bazên Zagrosê 12 esker ceza kirin
HPG´ê ji bo endamên çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê yên li herêma Xakurkê jî got, "26'ê Hezîranê saet 06:10'an li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan çalakiya gerîla ya koordîneyî hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li kozikekê xist ku 3 dagirker tê de bûn. Kozik hate rûxandin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Piştre li kozikeke din hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev kozik jî bi temamî hate rûxandin.
Baskê duyemîn jî li kozikên li ser gir û radarê xistin. Li vir jî 5 dagirker hatin cezakirin, radar jî hate îmhakirin.
Piştî vê çalakiyê dagirkeran li derdora Girê Şehîd Şahan dest bi operasyonekê kir. Ev dagirker jî bûn hedefa du çalakiyên sabotajê. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Di van çalakiyan bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin"
Qedemeyekê vekişiya
Ji bo çalakiyên heman pêngavê yên li Avaşînê jî, HPG´ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê, 26'ê Hezîranê serê sibehê tunelên şer ên li devera Werxelê bi bombeyên gazê hatin bombekirin. Ji saet 13:00 heta saet 18:00 tunelên şer bi bombeyên gazê hatin bombekirin.
26'ê Hezîranê li qada Girê Sor, hêzên me dest li dagirkeran werdan, wan xwest bikevin nava çeperên şer. Şerê li vê derê heta saet 18:30'î dewam kir.
Dagirkerên ku nekarîn encamê wergirin saet di navbera 18:30 û 19:30'î de teqînên mezin kirin û bi bombeyên gazê êriş birin ser tunelên şer. Dagirkeran li vê derê çeka kîmyewî ya bi rengê kesk bi kar anî. Hêzên me bersiv da dagirkerên li vê derê û dagirker neçar man ku qedemeyekê vekişin.
27'ê Hezîranê saet 05:20'î dagirkerên ku li qada Girê Sor ketin nava liv û tevgerê bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û bi helîkopteran li herêmê geriya."
Kurdistanê bombebaran dike
HPG´ê agahiyên li ser liv û tevgera dijmin a li deverê wiha ragihand: "26'ê Hezîranê saet di 19:50'î de qada Kela Qumriyê ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.
26'ê Hezîranê saet di 20:40'î de helîkopter li ser qadên Mervanos, Mamreşo, Banista û Tabûra Ereban ên li herêma Avaşînê geriyan.
26'ê Hezîranê saet di navbera 21:30 û 22:00 de helîkopter li ser qada Cîloyê Piçûk ê li herêma Zapê geriyan."
BEHDÎNAN