- Desteya Aboriyê ya herêma Cizîrê beşa jinan, di 30’ê Gulanê de li Dêrikê kargeha Zozan a Penîr û Mast vekir. Li ser asta herêma Cizîrê ev kargeha yekemîn e û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ya duyemîn e.
ÎSAM EBDULAH / ANHA/QAMIŞLO
Kargeha Zozan a Penîr û Mast pêdiviyên xelkê herêma Cizîrê yên penîr û mast bi cih tîne. Rojane 4 ton şîr û berhemên wê çêdike.
Desteya Aboriyê ya herêma Cizîrê beşa jinan, di 30’ê Gulanê de li Dêrikê kargeha Zozan a Penîr û Mast vekir. Li ser asta herêma Cizîrê ev kargeha yekemîn e û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ya duyemîn e.
Çavdêrên kargehê şîr ji xwediyên sewalan dikirin û piştî ku şîr test dikin, di berdêla wê de ew bi bihayekî erzan êm peyda dikin bi şertê ku bi kargehê re bidin û bistînin.
Edazyara kîmyewî û rêvebera Kargeha Zozan, Nejbîr Salih diyar kir ku piştî nirxandina projeya kargehê ji hemû aliyan ve, kargeh hat vekirin û amûrên nûjen tê de hatin bicihkirin.
Nejbîr destnîşan kir ku vê projeyê kar çêkiriye ji bo 50 jinan û kargeh rojane 4 ton şîr û berhemên wê derdixe.
Berpirsa xebitandina amûran Fatme Ferman jî got: “Kar piştî sererastkirin û kontrolkirina alavan dest pê dike. Em qonaxên derxistina hilberînan ji tijîkirinê heta çapkirina navê kargehê li ser wan dişopînin.”
Li kagehê li rex mast, dew û rûnê malê, gelek cureyên penîr jî tên çêkirin.
Saetê tonek dew û di her 8 saetan de jî tonek penîr tê çêkirin.