Zirîngeke 21´ê Sibatê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Sibat 2021 - 00:25

Hejmara 11’an a Kovara Zrîngê derket. Kovar di berga xwe de balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û polîtîkayên tinekirin û tinehesibandina zimanê Kurdî. Kovarê di berga xwe de bi xêzên Rûşen Sarili bal biriye ser ser 21’ê Sibatê.  

Nivîskar û xêzkarên vê hejmarê; Azad Kûtî, Rûşen Sarili, Eşref Mumcu, Şêx Zubêr, Erceren Akbayir, Kubîlay Odabaş, Îkram Balekanî, Mehmet Erbey, Mustava Yaman, Ozgur Amed, Eliyê Xemxwir, Ûsiv Mele, Mem Aliyê Kamûr, Hebûn, Michael Erdman, Ercan Altûntaş û Îsa Bal in. Ew bi mijarên elaqedarî civaka Kurd daketine. Bi mîzah û îroniyan ji rewşa polîtîk, aborî, ziman, zext û tundiya bi taybetî li dijî Kurdan û giştî ya civakê vedibêjin.

Kovar ji bo elaqeya li çand, ziman û wêjeya Kurdî zêde bibe, pêşbirkekê li dar dixe. Dîsa ji bo nasandina navdarên Kurd bi xêzên Ercan Altûntaş cih dide portreyên navdarên Kurd. Di vê hejmarê de jî portreya Hejar Mukriyanî heye. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.