‘Zindana Akrê’ behsa êşkenceya li gerîla dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:35

Pirtûka ‘Zindana Akrê’ ku ji aliyê Zana Mihabad ve hatiye nivîsîn, wergerî zaravayê Soranî hat kirin û hat çapkirin. 

Di pirtûkê de behsa serpêhatiyên gerîlayên ku di sala 1997’an de di encama êrişa PDK’ê û dewleta Tirk de hatin dîlgirtin û di wê girtîgehê de hatin êşkencekirin, dike.

Nivîskarê pirtûkê Zana Mihabad bi xwe jî yek ji wan dîla ye ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû dîlgirtin. Pirtûk ji aliyê Rêbwar Hemewendî ve ji Tirkî hatiye wergerkirin ji bo zaravayê Soranî.

Hemû bûyerên ku di pirtûkê de tên behskirin bûyerên rastîn in û ji devê kesên di girtîgehê de êşkence lê hatine kirin, hatiye girtin.

Pirtûka ‘Zindana Akrê’ niha li tevayî pirtûkxaneyên parêzgeha Silêmaniyê berdeste.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.