- Girtiyê 29 salan ê nivîskar Orhan Sakçi: Em di cihgehekî teng de ne. Di menzeleke piçûk de bîst-sî kes dimînin. Dîsa dem û cihgeh atmosfereke negatîf datîne pêşiya mirovan. Hasila kelamê, em ji tinebûnê hebûnê diafirînin.
ZERYA DELÎL
Di zindanê de tiştek nayê veşartin û veşartî namîne. Lê ji ber dilnizmiya xwe hin wêjekarên me hene ku hema bêje, haya kesî ji xebatên wan nîn e. Di nerma xwe de karê xwe dikin û berheman li ser hev zêde dikin. Yek ji wan jî Orhan Sakçı ye ku hetanî niha sê pirtûk weşandine ku yên pê re dijîn jî hay jê nîn in. Ev jî ji dilnizmiya wî tê. Ji ber ku sohbetên xwe de jî qal nake. Ji ber ku sê pirtûkên wî bi Tirkî derçûne, ew rexneyê li xwe digire û dibêje, Min bi demê re dît ku ez jî wekî Kurdên ku bi zimanê dagirkeran dinivîsînin, xizmetê ji bişavtinê re dikim. Ji ber vê, min biryar da ku ez êdî xebatên xwe bi zimanê dayika xwe bikim. Ev hem rexnedayîna min e, hem jî bi xwe re rûbirûbûna min e."
Em bi Orhan Sakçi re peyivîn ê ku ev 29 sal in di zindanê de ye.
Ji bo du kitêbên xwe yên helbestê û roman-bibîranîna xwe ("Gizli bir yalnızlık", "14 Filiz" û "Çocukluğumu arıyorum") dibêje: "A niha di çi rewşê de ne ez nizanim."
Du kitêbên wî yên helbestê destpêkê dabûnê, lê di lêgerînekê de ew dîsa jê standin. Ew ji vê gelekî zivêr bû, lê dibêje, "Lê her çiqasî pirtûk ne li ba min bin jî ez li ba xwe me. Hal we ye ku gel û welat tine hatine hesibandin. Gelo ez ê çawa tine neyême hesibandin? Li cihekî ku gel û welatê mirov tine bête hesibandin mirov bi xwe jî tine ye. Min, ji min stendina pirtûkan wiha fêhm kir."
Di kitêba xwe ya "Çocukluğumu arıyorum"ê de ew qala salên 1978-1984an dike: "Min tevgera azadiyê sala 1978´an dît. Di salên 1978-1980î de li gundê me di nava dilxwazên tevgera azadiyê û DDKD'yê de pevçûnan rû da. Her çiqasî temamê gundiyan xizmên hev bûn jî, ji ber siyaseta tevgeran di gund de buyerên tirajîk û bijan derketin holê. Vê jî li ser xewn û xeyalên zarokatiya min bandor kir. Ez ketim nava vê dîrokê û min bixwe re bûyerên dora xwe nivîsîn. Lê piştî weşandina pirtûkê hinek kesên ku nedixwestin bi rastiya xwe re rû bi rû bibin, ji min re dabûn dijûnan. Lê min xwe deyndarê şehîdan dît û min ew bûyer bi rengê dilê xwe û xewn û xeyalên xwe anîn ziman."
Nivîsandina bi Tirkî xizmeta Kurdî nake
Ew niha li ser kitêbeke bi Kurmancî dixebite: "Di demên ciwantiya min de min ji ber hinek astengên cihgehê û nivîsa bi Kurdî, neçar mam; min nivîsên xwe bi Tirkî nivîsandin. Her çiqas sê berhem hatin weşandin jî hêj bi qasî pênc-şeş heb jî nehatine weşandin. Min bi demê re dît ku bi Tirkî nivîsandin xizmeta zimanê dayika min nake. Ez jî wekî Kurdên ku bi zimanê dagirkeran dinivîsînin xizmetê ji bişavtinê re dikim. Ev jî bi xwe re nakokiyê tîne. Ji ber vê, min biryar da ku ez êdî xebatên xwe bi zimanê dayika xwe bikim. Bi vê biryarê ez vegeriyam ser rastiya xwe. Ev veger hem rexnedayna min e, hem jî bi xwe re rûbirûbûna min e. Min beriya bi heşt mehan xebatek bi zimanê dayika xwe, bibîranîn-romanek nivîsand û şand ji malbata xwe re. Navê wê nivîsê jî "Ez li zaroktiya xwe digerim" bû.
Ev jî dewama bibîranîn-romana yekem bû. Niha jî di destê min de berhemeke bi navê "Hawarek olan dida ji birîna milikan" heye. Ev xebat roman e. Niha eskîz û sêwirandina wê qediyaye, niha li ser detayan hûr dibim."
Nivîsandina li hepsê ji ber kîmderfetiyan zehmettir e
Li ser pirsa elaqedarî nivîsandina li hepsê de Orhan Sakçi dibêje, "Di vê cihgehê de derfet pirr kêm in. Bi qasî xwegihandina çavkaniyan, nivîsandin jî zor e. Lewra em di cihgehekî teng de ne. Di menzeleke piçûk de bîst-sî kes dimînin. Hejmara me ya menzelê panzdeh kes e. Ji ber vê di dema zanist û elektronîkê de em hêja nivîsên xwe li ser ranzeyan rûdinin û lênûska xwe datînin ser çokên xwe û pişta xwe didin balîf û herdu çokên xwe dikişînin ber xwe û lênûska xwe didin ser û dinivîsin. Dîsa dem û cihgeh atmosfereke negatîf datîne pêşiya mirovan. Hasila kelamê, em ji tinebûnê hebûnê diafirînin."