Ziman; warê neteweyan ê ji dil

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:51

  • Nivîskar Necmettîn Tûral ê ku 30 salan di girtîgehê de ma bal bir ser ziman û wêjeya Kurdî û got:” Xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî xwedîderketina li nasnameyê ye! Warê neteweyekî yê ji dil zimanê wî ye. Ziman vegotina hêzdar a heyîna neteweyekî ye.”

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar û helbestkar Necmettîn Tûral ê ku 30 salan di girtîgehê ma û piştre derketî bal bir ser ziman û wêjeya Kurdî. Her wiha behsa xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî ya li zindanê kir. Di heman demê de jî da zanîn ku wî hemû xebatên xwe li zindanê bi Kurdî kiriye û banga xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî kir. 

Nivîskar Necmettîn Tûral ê 30 salan di girtîgehê de ma, di destpêkê de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got: ”Ziman, bingeha nasnemeya netew e. Her kes bi binyata xwe ve tê nasîn. Navnîşan û remza heyînê jî ziman e. Ji Konfuçyus dipirsin, ger tu li welatekî rêveber bûya tişta pêşî te yê çi bikira? Ew jî dibêje pêşî min ê ziman têkûz bikira. Lewra ziman tunebe dê vegotina xwestekan pêk neyê, ger xwestek pêk neyên dê sinc û huner xerab bibin, sinc û huner xerab bibin dê mêzîna edaletê xera bibe û alozî dest pê bike. Di dawiyê de jî derfeta biryardayîna rastîyê namîne. Ji ber vê yekê jî ziman heyîna gel e, zindîbûyîna ruh, mejî û hestan e, dîrok bi xwe ye. Lewra mifteya vegotina rabihuriya însan ziman e.”

Têkiliya wêje û ziman 

Necmettîn da zanîn wêje û ziman girêdayî hev in û wiha pê de çû: ”Ziman tunebe wêje jî tune ye. Wekî mirovekî ku ji nasnameya xwe dûr ketibe… Ma însan dikare dayikeke din ji xwe re bibîne û dikare wekî hêza dayika xwe jê bibîne? Na! Dayik hest e, mêjî ye û dil e. Encax meriv bi zimanê xwe, bi dîroka xwe, bi jiyana xwe û bi civata xwe dikare xwe bîne ziman. Îngiliz, Sipanyol, Emerîkî, Rûs bi zimanê xwe, xwe vedibêjin û a ku wan qehîm kiriye jî ev helwesta wan a netewî ye. Bêguman ev jî bi xurtkirina ziman û sazîbûyîna wê pêk tê. Ziman heyîn û nasnameya netew be, wêje û huner jî xwîn û xemilandina vê nasnameyê ye.”

‘Helbest bixwe ma ne qêrîna dil e?’

Necmettîn di heman demê qala berhema xwe ya helbestê ya nû hatiye çapkirin jî kir û got: ”Belê herî dawî min pirtûka bi navê Kolanên Birîndar derxist. A rastî kolanên me jî û dilên me jî birîndar in. Ev berhem di kesayetîya nivîskar û bajarê wî de dahurandin û şayesandina civaknasîya Kurd e. Bi taybetî jî di pêvajoya rêwîtîya azadîyê de evînên nîvco, jina Kurd û xwezayê vedibêje, ev destegula helbestan. Jixwe helbest bixwe ma ne qêrîna dil e? Helbesta ‘Fişekên Bi Jehrî’ îfadeya dil e, civata me ye.”

‘Helbest nêreka wêjeyê ye’

Necmettîn li ser pênasekirina helbestê sekinî û wiha dewam kir:” Wekî ku di dawîyê jî min gotibû helbest qêrîna dil e, tercûmanîya hestên fûrîyayî ye! Helbest rêsandina hestên birîndar in ku di bêjeyan de şênber dibe. Li gor min helbest nêreka wêjeyê ye. Mixabin di civata me de girîngîya helbestê qels e. A ku wêjeya gelan xurt kiriye yek jê jî helbest e. Wekî Shakespeare, Nerûda, Sadî, Ehmedê Xanê, M.Cizîrî, Furux Ferruhzad, Sylvîa Plath… Ji bo vê yekê jî pêwîst e helbest bi qasî  girîngîya wê bê nivîsandin.”

‘Li zindanê xebatên me bi Kurdî bûn’

Necmettîn da zanîn ku wî di girtîgehê de xebatên xwe bi zimanê Kurdî dikir û wiha dewam kir: ”Belê, ez 30 salî di girtîgehê de mam. Bi qasî xebatên wêje, huner û ziman xebatên dîrok, civaknasî û felsefe jî girîng in. Ziman bê mejîyekî hemdem civatan mayînde nake. Wekî min got bi qasî girîngîya wêje û ziman pêwîstî bi aqilekî nûjen jî heye. Heya min karî min her du milên xebatê bi hev re xwedî kir, pêş xist. Yek bê ya din nabe! Li zindanê temamê xebatên min bi zimanê dayikê bû. Li gel zimanê dayikê min zimanê bîyanî jî bi pêş xist. Lê belê heya ku min zimanê dayikê bi pêş nexist min dest ne avête zimanê bîyan. Ev wekî pîvanek jêneveger min esas wergirt. Hin ferasetên çewt jî hebûn, hîn zimanê dayikê baş fêr nebûbûn dest diavêtin zimanê bîyan! Ev şaş bû, dihate rexnekirin. Pêşî zimanê dayikê piştre ên dîtirê. Di zindanê de ji bilî berxwedana manewî ku meriv bi rih bike tiştekî din tuneye. Ew jî hilberîn e! Hilberîna mejî, sêwirîn û hestan e. Amûr jî ziman, huner û wêje ye. Min jî her dem nivîsî.”

Li wêjeya zindanê xwedî dernakevin!

Necmettîn bal kişand ser xwedîderketina li ziman û wêjeyê ya li zindanê û got:” Di zindanê de di warê ziman û wêjeyê de xwedîderketineke bi qîmet heye. Berê ne wisa bû lê piştî salên 2000’î ev helwest guherî. Di hêla axaftin, nivîsandinê de hişyarîyek hebû lê mixabin li derve bi qasî vê qîmetdayînê nêzîkatî tune ye, ji gotinê wedetir naçe, hewlên heyî jî kêm û qels in. Berhemên hatine nivîsandin ne têne çapkirin û ne jî li yên heyî xwedî derdikevin. Tenê saziya wêjekaran bi derfetên xwe dem deman dikeve nava hewlên hêja. Ev nêzîkatîya nîvco jî birînek ji bîrînên kolanên me ye.”

‘Warê neteweyekî yê ji dil zimanê wî ye’

Necmettîn herî dawî banga xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî kir û got: ”Herî dawî jî; xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî xwedîderketina li nasnameyê ye! Warê neteweyekî yê ji dil zimanê wî ye. Ziman vegotina hêzdar a heyîna neteweyekî ye. Dema zimanê neteweyekî winda bû, hestên wî netewî jî di demeke kurt de ew ê ji dest biçe! Teqez pêwîstîyeke sazîbûyînê ji bo ziman tiştekî zor girînge. Axaftin,nivîsandin û fikirîn ji bo mayîndebûyîna ziman ji nan û avê bêhtir lazim e. Îro zarokên me bi zimanê dayikê mezin nabin û zimanê xwe nizanin. Bûne bîyanê zimanê xwe. Mixabin kesên ku bi navê şoreşger û welatperwer têne nasîn zarokên xwe bi destên xwe asîmîle dikin. Berê sîstemê hewla asîmîlasyonê dida lê îro bi destê me pêk tê! Birîna kolana me ya herî kûr jî ev e. Loma em bang li Gelê Kurd dikin ku xwedî li ziman û wêjeya xwe derkevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.