- Bi boneya 15’ê Gulanê, Roja zimanê Kurdî, Warê Perwerdê yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê roja zimanê Kurdî pîroz kir.
Bi boneya 15’ê Gulanê, Roja zimanê Kurdî, Warê Perwerdê yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê roja zimanê Kurdî pîroz kir.
Daxuyanî li ber deriyê dibistana Amadeyî ya Şehîd Jiyan hat dayîn, beriya daxuyaniyê rêz ji bo tevahiya şehîdên tevgera azadiyê hate girtin.
Piştre xwendevana dibistana Amedeyî Bihar Tarhan daxwuyanî xwend û got, “Zimanê me rûmeta me ye. Divê gefên neyaran, me ji rûmeta me dûr nexin. Dev ji ziman berdan, pejirandina bêrûmetiyê ye. Têkçûna ziman têkçûna bingehê neteweyî, tinebûna hestên neteweyî û nemana heskirina neteweyî ye.”
ROJNEWS/MEXMÛR