Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er, her du jî li Girtîgeha Hewlêrê bi destkelepçekirî êşkence li wan hate kirin, li dijî vê êşkenceyê wan dest bi rojiya mirinê kir.
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er, bi hinceta kuştina endamê MÎT'ê Osman Kose, cezayê îdamê li wan hatibû birrîn. Ev endamê payebilind ê MÎT´ê 17'ê Tîrmeha 2019'an li Hewlêrê hatibû kuştin. Dag û Er diyar kirin ku wan dest bi rojiya mirinê kiriye.
Dag û Er bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku bi devkî û fîzîkî êrişî wan hatiye kirin, destkelepçekirî êşkence li wan kirine.
Dag û Er da zanîn ku li hemberî binpêkirina mafan û êşkenceyê wan dest bi rojiya mirinê kiriye.
HEWLÊR