Saman Paşayî piştî ku 53 roj di ser kirina wî ya nezaretê re bihurîn, niha di hicrika takekesî ya Girtîgeha Îtlaetê ya Sinê de zor lê tê kirin da ku îfadeyên derew li ser xwe qebûl bike. Yanî îtlaet zor û zextê li Saman Paşayî dike da ku îtirafan bike. Saman Paşayî pisporê fîzyolojî û xwarina werzîşî ye, xwediyê madalyaya cîhanî ya ferhengî ye û ew ji xelkê Seqizê ye.
Li gorî çavkaniyeke agahdar; malbata girtiyê siyasî Saman Paşayî, doh (yekşemê) bi amadebûna du karmendên rejîma Îranê karîne wî bibînin. Paşayî ji malbatê re gotiye, hêzên rejîmê gef lê xwarine û gotine, heger hevkariyê ji bo îtirafên bi darê zorê neke, ew ê ji karê xwe were dûrxistin û destûr nayê dayîn ku her karî bike, heta ew ê nikaribe boyaxê jî bike. Hêzên rejîmê jê re gotine, ew ê di nezaretê de û di rewşeke çarenûsa wî nediyar de wî bihêlin.
Beriya vê hevdîtinê, vî werzişvanî, tenê 30 deqeyan karîbû bi malbata xwe re peywendiyeke telefonî bike. Hîna jî destûr nayê dayîn ku ew ji xwe re parêzerekê/î destnîşan bike.
Destpêka Tîrmeha bihurî, hêzên rejîma Îranê, bêyî nîşandana belgeya dadgehê Saman Paşayî kiribûn nezaretê.
Saman Paşayî doktoraya xwe di warê fîzyolojî û xwarina werzişî de wergirtiye û endamê Akademiya Neteweyî ya Bijîşkî ya Werzişî ya Emerîkayê ye ku li zanîngehên Kurdistanê mamostetiyê dike.
Heta niha derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina vî mamosteyê zanîngehê de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.
KURDPA