- Hunermendên Kenyayî, ji ber ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan çêkirin, niha zext li wan tê kirin û gef li wan tê xwarin ku wan bixin hepsê.
Dewleta Tirk zilma xwe heta bi Kenyayê jî bir. Hunermendên Kenyayî, ji ber ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan çêkirin, niha zext li wan tê kirin û gef li wan tê xwarin ku wan bixin hepsê. Hunermendan got, "Em ê serî li ber gefan netewînin."
Hunermendên Kenyayî ji bo piştgiriyê bidin kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li ser dîwarên paytext Naîrobiyê wêneyên Ocalan çêkirin.
Kolektîfeke hunermendan ku xwe weke Wahenga bi nav dike, li Naîrobiyê ev proje bi rê ve biribû. Lê belê Şaredariya Naîrobiyê gefa girtinê li vê komê xwar, ku komê heta niha zêdeyî 100 wêneyî li ser dîwarên herêmên cuda yên bajêr çêkirine.
Hunermendan li ser mijarê daxuyaniyek da û got, ew ê serî li ber gefan netewînin. Wan her wiha got, fikra konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN