- Li Pêşxabûrê PDK pirsên îstîxbarî ji xelkê Rojava dike ji bo ku destûrê bide ew bibihurin. Gelek mirovên karê wan acil bi rojan dide sekinandin û derî li xaziyên şerê li dijî DAIŞ´ê jî girtiye.
MUSTAFA ÇOBAN
ANF/SÊMALKA
Li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de gelo tifaqa MÎT û PDK'ê hin gavên rûmetşikên li dijî xelkê avêtin? Lewma gavên rûmetşikên weke rapirsîna îstîxbarî li dijî welatiyên rojava, piştî ku dewleta Tirk gef li Rojava xwarin, hatin avêtin.
Deriyê Sêmalka ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji deriyê girîng e, li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Ev derî her wiha deriyê bazirganiyê ye jî, derman, malzemeyên tibî, zad jî jê derbas dibe.
Her wiha ji bo dermankirina nexweşên ji Rojava jî deriyê Sêmalka tê bikaranîn. Ji ber vê jî pirr girîng e. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de yên ku birîndar dibin, ji bo dermankirinê diçin Başûrê Kurdistanê.
Derî kirin deriyê zilmê
Mirovên ku xebatên wan ên li Deriyê Sînor ê Sêmalka qediyan, belgeyên wan pêşî dişînin rêveberiya Pêşxabûrê. Piştî ku bersiv tê, tê xwestin ku biçin aliyê din ê sînor ango ji bo ku biçin Pêşxabûrê, diçin cem rayedaran û forman dadigirin.
Piştî form tê teslîmkirin kesên têkildar, pirsên ne di formê de dipirsin. Piştre yek diçe odê. Li vir du kes bi dehan pirsan dikin. Dema ku bersiv neyê dayin jî rayedar gefan li wan dixwin ku careke din nikarin ji sînor derbas bibin. Li gorî texmînan ya ku rapirsînê dike Îstîxbarat Tirk (MÎT) e.
Mirov her wiha gelek caran kêfî bi saetan têne sekinandin. Ji hin mirovan re tê gotin forma ku hatiye dagirtin wê çend rojan were kontrolkirin û tê xwestin mirov vegerin û piştre werin.
Zilma PDK´ê li Kurdan
Di formê de pirsên pirr cuda hene. Li navê bavê kalikê dê, li navê kalikê hevserê mirov, navê eşîrê, koka etnîk navnîşana berê jî dipirsin.
Welatî dibêjin, ji ber vê ew pirr tengezar dibin lê ji bo ku mecbûr in derbas dibin: ''Em jî Kurd in. Xwedêgiravî ew jî Kurd in. Çi tînin serê me, hişê me nagire. Çima wiha li me dikin. Bes e êdî. Tiştên ku li ti devera cîhanê nabe tê serê me. Li welatên din vîzeyê jî naxwazin lê dema ku ji parçeyekî welatê xwe diçin parçeyê din çi tê serê me.''
Got heval û PDK´ê lê da
Ciwan û jinên ji sînor derbas dibin ji nêzîkatiya rêveberiya PDK'ê pirr aciz in. Ciwanekî ji Rojava ku ji Pêşxabûrê xwestiye derbasî Sêmalkê bibe, dibêje, ji bo ku gotiye, 'heval', lê dane.
Welatî dixwazin ev pirsgirêk demildest bêne çareserkirin.
Xaziyên şerê li dijî DAIŞ´ê astyeng dikin
Aliyê PDK´ê asteng dike ku şervanên QSD, YPG, YPJ´ê yên di şerê dijî DAIŞ'ê de birîndar bûne, ji bo dermankirinê biçin Başûrê Kurdistanê. Asayîşa PDK'ê wan asteng dike. Li Başûrê Kurdistanê jî kesên ku alîkarî didin birîndaran, PDK gefê li wan dixwe.
Ji ber ku Deriyê Sînor ê Til Koçerê girtiye, heger Deriyê Sînor ê Sêmalka jî were girtin, ev tadeyeke mezin li xelkê Rojava dike.
Rêveberiya Rojava, ji ber vê zilmê Hezîrana bihurî biryar da ku derî bigire. Rayedarên Rojava dibêjin, ''Em dixwazin gelê me bêyî ku rûmeta wî bê şikandin, karibe biçe û bê.''
Rêveberiya Sêmalka sedema girtina deriyê sînor vegotibû:
1-Rêwî mecbûr têne hiştin ku forma bi agahiyên îstîxbarî dagirin. Mirovên nû zewicî, nexweş jin 48 saetan li hêviya pejirandina Başûrê Kurdistanê dimînin. Gelek rêwî mecbûr in ku bi lezgînî derbas bibin. Mînak nexweşên pençeşêrê li Başûr dermankirina wan nayê kirin.
2-Rêwiyan bi saetan li deriyê sînor têne sekinandin. Rapirsîna wan tê kirin.
3-Birîndarên ku ji bo derman bibin diçin Başûr, nêzîkatiya dermirovî li wan tê kirin. Ji pêvajoyên rapirsîna îstîxbarî tên derbaskirin.
4-Kesên ku derheqê xwe formê li deriyê sînor ê Xabûrê nadeynin, nahêlin ku kes bi rengekî lezgînî derbas bibin."