Polêsê Elman pêncşemê (doh) li bajarê Elmanyayê Heilbronnê, avêt ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK). Polês saet 4´ê sibehê avêt ser avahiya NCDK a Heilbronnê, deriyê avahiyê şikand û dovîz û pankartên ji bo xwepêşandanan jî desteser kirin.
Di heman dema serdegirtina avahiya NCDK´ê de polês avêt ser malên hevserokên berê yên NCDK a Heilbronnê Gulistan Ateş û Şevket Çelik jî. Polêsan gelek malzemeyên şexsî, telefon û kompûter desteser kirin.
Weke hinceta serdegirtinê, polêsan çalakiyeke li NCDK a Heilbronnê nîşan da ya ku li pişta wêne û dîmenên di dema çalakiyê de qaşo alayên “qedexekirî” hebûne. Ev serdegirtin hema beriya çalakiya şemiyê ya dostên Kurdan û Kurdan ên li eyaleta Baden-Wurtembergê ya li dijî qanûna terorîzekirina Kurdan, pêk hat û ji ber vê balkêş e.
Têkoşîn wê dewam bike
Federasyona Gelên Kurdistanê (FED-GEL) bi daxuyaniyeke serdegirtin şermezar kir û got, hikûmeta Elman qaîdeyên hiqûqî binpê dike û zextan li Kurdan û saziyên wan ên li Elmanyayê dike: “Dewleta Elman, bi ser saziyên welê de digire. Kurd li wan tên cem hev ji bo ku li hemberî siyaseta deweta Tirk a qirkirina li dijî Kurdistanê û gelê Kurd li ber xwe bidin û Kurd li wan saziyan xebatên çandî dikin. Dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd ê ketiye ber çerxa asîmîlasyon û qirkirinê, krîmînalîze dike. Em vê serdegirtinê şermezar dikin. Weke Kurd jî em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernedin.”
HEILBRONN