Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ragihand ku di 23’yê Tebaxê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wê biçe serdana Bexdayê, piştî wî jî Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan wê biçe serdana Iraqê.

Beriya niha hatibû ragihandin ku 28’ê Tebaxê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wê biçe Bexdayê û piştre jî Serokkomarê Tirk Erdogan jî serdana Iraqê bike.

Lê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên di daxuyaniyeke ji bo çapemeniyê de ragihand ku 23’yê Tebaxê Hakan Fîdan wê li Bexdayê be, piştî wî jî Serokkomarê Tirk Erdogan.

Ev serdanên rayedarên dewleta Tirk di demekê de çêdibin ku rojane dewleta Tirk ji erdê û ji hewayê ve serweriya Iraqê binpê dike û welatiyên sivîl qetil dike. Li aliyê din jî di salên dawî de dewleta Tirk para Iraqê ya ava çemê Dîcle û Firatê gelekî kêm berdide. Ji ber vê, li gelek deverên başûrê Iraqê qeyrana avê heye, ji ber bêaviyê xelkê deverê koçberî bajaran dibin û ziyaneke mezin bi kerta çandiniyê gihaye.

Piştî 10 salan tê payîn Serokkomarê Tirk Erdogan di serdana xwe ya li gel rayedarên Iraqê de li ser çend dosyayekê baxive, ew jî hêsankariya ji bo anîna şirketên Tirkiyê, mijarên av, neft û şerê li dijî Tevgera Rizgarîxwaz a gelê Kurd PKK’ê ye. Erdogan bi van hewldanan dixwaze welatê xwe ji qeyrana aborî rizgar bike.

BEXDA