- Dr. Mihemed Unver: Nahêlin, ti kes bi nexweşên giran re jî derbazî Hewlêrê bibe. Dema ku nexweşên giran diçin jî, li seytereyê bi saetan radiwestînin, heqareta fizikî, devkî li wan dikin. Em bang li Kurdên Ewrupayê dikîn, ji bo zextên li ser wargeha me bi dawî bibin, dengê me bigihînin her cihî.
ÎDRÎS KARA
MEXMÛR
Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve rêveberiya Herêma Kurdistanê nahêle ti kes ji wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) biçe Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê. Di ser vê ambargoya nemirovî re 2 sal derbas bûn, hîna jî rêgirî heye, di pêvajoya rêgiriyê de şêniyên wargehê di rewşeke xirab de ne. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Pakistan Bîlen, bijîşkê nexweşxaneya wargehê ya Şehîd Dr. Hogir, Dr. Mihemed Unver û berpirsê Saziya Kerkeran ya wargeha Mexmûrê Sedîq Kara, li ser bandora rêgiriyê ya li ser şêniyên wargehê, ji rojnameya me re axivîn.
Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Pakîstan Bîlen got, di pêvajoya 2 salan de rêgiriyê bandoreke nerênî kiriye, "bi taybetî jî ji ber ku welatiyên me diçûn Hewlêr kar dikirin, di warê aboriyê de zehmetî hatin kişandin."
Zarok ji ber dayikan çûn
Pakîstan Bîlen got, herî zêde di warê tenduristiyê de zehmetî hene û nexasim jî peydakirina dermanan gelek zor e. Wê wiha dewam kir: "Gelek dayîkên ducanî, ji ber ku nehiştin biçin Hewlêrê, zarokên wan ji ber wan çûn. Herwiha di warê perwerdeyê de jî kêmahiyên berçav çêbûn, di heman demê de xizmetguzariyên di nava wargehê de kêm man. Di pêvajoya rêgiriyê de, nexweşiya vîrusa Korona jî derket, vê yekê zêdetir bandora xwe li xelkê wargehê kir."
Iraq û NY bêdeng man
Hevseroka Meclîsa Gel Pakîstan Bîlen, behsa hewldanên wan yên ji bo rêvekirinê jî kir û got, "Gelek hewldanên me çêbûn, hem di warê dîplomasiyê de hem jî bi çalakiyan, lê encamek derneket holê. Alîkariya mirovî jî ji me re nehatiye şandin. Di dema vê rêgiriyê de, ti carî ne Iraqê ne jî Neteweyên Yekbûyî dengê xwe nekirin."
Bîlen got weke sedema rêgiriyê dibêje, "Sedem hevkariya PDK’ê ya bi dijminê gelê Kurd, dewleta Tirk re ye. Rojane PDK bi dewleta Tirk re, gefan li wargehê dikin. Dewleta Tirk jî balafiran dişîne û êrişan dike.
Hevseroka Meclîsa Gel, Pakîstan Bîlen herî dawî bang li Kurdên Ewrupayê dike, "Em bang li Kurdên li Ewrupayê dikin, zêdetir rewşa me bikin rojev, dengê me bigihînin her cihî."
Derman nînin
Bijîşkê Nexweşxaneya Dr. Hogir, Mihemed Unver, qala bandora nerênî ya rêgiriyê ya li siheta mirovan kir. Dr. Mihemed Unver da zanîn ku rêgiriyê bandor li nexweşên giran kiriye. Unver wekî din dibêje, "Em di peydakirina dermanan de gelek zoriyê dikişînin, beriya rêgiriyê xelkê me berê xwe dida Hewlêrê. Ji ber ku Hewlêr Kurd bû, Kurdî bû. Cîhazên tenduristiyê, bijîşkên pispor li wir hebûn, xelkê me diçû Hewlêrê. Derfetên me kêm in; ji bo wê jî me nexweş rêdikirin Hewlêrê."
Mihemed Unver dibêje, ji 10 nexweşên giran carinan tenê destûra yekê didin biçe Hewlêrê û wiha dipeyive: "Niha gelek nexweşên me yên giran, tên astengkirin. Ji 10 nexweşên giran û lezgîn, tenê rêdidin nexweşek biçe Hewlêrê. Bifikirin, nahêlin, ti kes bi nexweşê giran re jî biçe Hewlêrê. Dema ku nexweşên giran diçin jî, li seytereyê bi saetan radiwestînin, heqareta fizikî û devkî li wan dikin. Yanî nexweşên ku nikarin biaxivin jî, di seytereyê de dixin ber lêpirsînê, bê rûmetiyê li wan dikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ti peywendiyek bi me re çênake, tevî hemû hewldanan jî ew nêz nabin. Me hemû rewşê ji Neteweyên Yekbûyî re ragihand. Iraq jî esas li hemberî rewşa heyî bêdeng e, ger qanûnî be, çawa welatiyekî li Mexmûrê dikare tevahiya Iraqê bigere, lê nikare biçe Hewlêrê?"
Alîkarî tên astengkirin
Dr. Mihemed Unver dibêje alîkarî kêm e, ne NY, Iraq û nejî Herêm, ti alîkariyê nade wargehê. Ew dide zanîn ku li wargehê hezar û 500 nexweşên kronîk hene û peydakirina dermanan ji bo wan gelekî zehmet e.
Unver qala astengiya li ber alîkariyan jî dike û dibêje, "Dema cîhazeke tenduristiyê xirab dibe, em dixwazin bişînin Hewlêr çêkin. Dema cîhaz diçe, yan tê desteserkirin, yan nahêlin. Gelek caran derman jî tê astengkirin."
Dr. Mihemed Unver bang li rêxistinên navnetewî û Kurdên li Ewrûpayê dike û dibêje "Neteweyên Yekbûyî, Kurd û nexasim jî Kurdên li Ewrûpayê, ev rewşeke mirovî ye. 12 hezar jin, zarok û kal di wargeheke penaberan de ne. Ew 2 sal in rê li wan hatiye girtin, divê ji bo rê vebe, zextê li PDK’ê bikin."
Rewşa karkeran
Berpirsyarê Saziya Karkeran a Wargeha Mexmûrê Sedîq Kara jî sedema sereke ya rêgiriyê bi zexta dewleta Tirk ya li ser PDK´ê ve girê da û got; "Bê guman rêgirî herî zêde bandora xwe li karkerên wargehê kir. Ji ber ku jiyana me herî zêde li ser karkeriyê ye. Jixwe, piştî DAIŞ’ê êriş kir, heta niha ti alîkariyek ji bo me nehatiye kirin.
Em weke Kurd ji ber zilma dewleta Tirk reviyan û me xwe spart Kurdan. Helwêsta îro beramberî me, ne layîqê Kurdîniyê ye. Em Kurd in. Divê pirsgirêkên siyasî bandorê li ser peywendiya me nekin. Di dema rêgiriyê de gelek welatiyên me hatine girtin û yekî jî di hepsê de jiyana xwe ji dest da.
Sedîq Kara ragihand ku pitşî ku rê hat girtin, welatî neçar mane berê xwe bidin bajarên Iraqê û got, "Em niha wek karker diçin Kerkûk, Bexda, Mûsil û bajarên din ên Iraqê. 4 ciwanên me yên diçûn Bexdayê di qezayê de şehîd bûn. Em sersebebê vê şermezar dikin.
Tola Tirkan ji Kurdan hilanîn
Di 17’ê Tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan.
Rojekê piştî bûyekê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 penaber birîndar bûn.
Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku ti kes ji wargehê biçe Hewlêrê.
Êrişên dewleta Tirk yên li dijî wargehê
6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin û di êrişê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî, Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bûn.
13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û penaber Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûn.
18’ê Tîrmeha 2019’an careke din balefirên Tirk bombe li wargehê barandin û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.
15’ê Nîsana 2020’an jî balefira bê pîlot a Tirk bombe li şêniyên wargehê barand û sê jinên ciwan şehîd bûn.
15’ê Hezîrana 2020’an balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kir.
5 Hezîrana 2021’an balefira bêpîlot a Tirk bombe li wargehê barand.