Zerdeşt Başûrî şehîd bû

Pêncşem 8 Hezîran 2023 - 14:16

HPG'ê diyar kir ku gerîla Zerdeşt Başûrî yê ji Silêmaniyeyê tevlî nava refên berxwedanê bû, şehîd bûye. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê got, "Hevrêyê me Zerdeşt Başûrî bi rêbaza fedaî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya gelê me bû; ew di 24'ê Gulana 2023’yan de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt, bi têgihiştina ku azadiya li Kurdistanê bêberdêl nabe, tevlî nav refan bû û sekneke welê nîşan da ku ji ciwanên Kurd hemûyan re bibe mînak. Bila serê malbata hêja ya hevrê Zerdeşt, û xelkê me yê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Hevrêyê me Zerdeşt di malbateke welatparêz de li Silêmanî ku kevneşopiyeke berxwedanê lê heye, ji dayik bû. Li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê gihişte biryareke dîrokî û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û beşdarî berxwedana Serêkaniyê bû. Hevrêyê me Zerdeşt ku bê dudilî ev helwêsta ku divê her ciwanên Kurd pêş bixîne nîşan dide, bi xwe bûye şahidê êrişên bi çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî zarok û jinên Kurd dike. Ji bo vê jî hêrs û kîneke mezin di dilê wî de kom bû û hat ser wê fikrê ku divê ji dewleta Tirk a qirker hesap bipirse: Ew tevlî nav refên gerîla bû. Wî berê xwe da herêma Avaşînê ya ku li wir berxwedanên destanî pêk dihatin û derbên giran li artêşa Tirk dihatin xistin. Hevrê Zerdeşt Ji ber jîrbûna xwe di nava demeke kurt de di şaxa sabotajê de xwe gelekî bi pêş ve bir. Bi baweriya ku ew dikare vê yekê di xebatên Hêzên Taybet de bike, tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Zerdeşt bi keda xwe bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Ji amadekirina tunelên şer heta tevlîbûna çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin, li ku derê hewcehî hebûya, ew li wir bû. Vê şehadeta wî ya zû, em gelekî xemgîn kirin. Em careke din soz didin ku di şexsê heval Zerdeşt de em ê têkoşîn û berxwedana şehîdan geştir bikin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Zerdeşt Başûrî bi vî rengî ne:

Zerdeşt Başûrî (Şivan Mihemed) ê li Silêmaniyê ji dayik bûye, 24’ê Gulana 2023’yan li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.