Zêderî ji sedî 41’ê Iraqê bûye çol
În 8 Kanûn 2023 - 00:37
Serokê Dezgeha Navenda Daneyan li Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ziya Ewad, eşkere kir ji ber guhertinên av hewayê zêdetirî ji sedî 41’ê xaka Iraqê bûye çol. Her wiha diyarkir rûberê avê bi rêjeya ji sedî 1.25 ji xaka Iraqê kêm bûye.
Ziya Ewad diyarkir ku wezareta wan li ser rewşa çandinî û avê ya Iraqê lêkolînek kiriye. Di encama lêkolînê de derketiye ku rûberê xaka Iraqê yê bûyî çol gihiştiye ji sedî 41.89.
Ziya Ewad eşkere kir kir ku rûberê avê bi rêjeya ji sedî 1.25’ê ji xaka Iraqê kêm bûye. Ewad got, zeviyên çandiniyê ku dest jê hatine berdan gihiştiye bi rêjeya ji sedî 22.21 ku çavkaniya avê ya van deveran rûbarên Dîcle û Firat in. Her wiha diyar dike ji ber kêmbûna ava rûbaran, xirabiya xak û kêmaniya pêdawîstiyên çandiniyê cotkar neçar mane dest ji çandiniyê berdin. Hêjayî gotinê ye, li gorî rapora dawî ya rêxistina koça navneteweyî, heta naverasta meha Adara îsal, 12 hezar 212 malbat ku dike 73 hezar 272 kes ji ber hişkesaliyê ji sinorên 10 parêzgehên Iraqê neçar mane koçî navenda bajaran bikin.
Li aliyê din ji bilî hişkesalî û guherîna av hewayê, rêgiriya dewleta Tirk a dagirker ya ji bo berdana ava Iraqê, bandorek mezin li ser çolbûna xaka Iraqê kiriye. Dewleta Tirk bi rêjeya ji sedî 70’ê para Iraqê ya ji ava çemên Dîcle û Firatê girtiye û bernade.
NAVENDA NÛÇEYAN