Piştî lihevkirina Bexda-Hewlêr-Enqereyê, sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve zêde bû. Di nava 2 rojan de herî kêm 8 hezar leşker û hêzên leşkerî hatin veguhastin.
Piştî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ku di 9’ê Cotmehê de ji bo kontrolkirina Şengalê hate kirin, yekîneyên destpêkê yên leşkerî di 24’ê Mijdarê de hatibûn sewqkirin.
Sewqiyata leşkerî di nava 24 saetên dawî de zêdetir bû. Hikumeta Iraqê îdîa kiribû ku hêza leşkerî ya li Şengalê wê bê guhertin û veguhastina hêzê wê li ser sînor bê kirin. Lê belê hêzên ku berê hatibûn şandin ji herêmê nehatin derxistin û di ser re yekîneyên polîsan ên nû û hêza operasyonî ya hikumeta federal a Iraqê lê hatin zêdekirin.
Li gorî çavkaniyên Ajansa Nûçeyan a Firatê hêzên tên herêmê, di dema veguhastina nîvê şevê de ji Hêzên Asayîşê yên YBŞ’ê re gotine, ”Em hatine ji bo li dijî YBŞ’ê şer bikin.” Şahidan diyar kir ku di nava hêzên ber bi herêmê veguhestî de hin kesên bi Tirkî diaxivin hene.
NAVENDA NÛÇEYAN