ALAN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Gulanê de zarokek kuştin, 53 kes jî revandin; 4 ji wanên revandî jî jin in. Bi hevkariya rêxistinên Qeterî û Kuweytî jî li çiyayê Lêlûn û gundê Şadêrê avahiyên mêtingeriyê ava kirin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî xelk û xwezaya Efrîna dagirkirî, dewam dikin. Rêxistinê da zanîn ku li dijî xelkê sûcên kuştin, êşkence, revandin û guhertina demografiyê pêk tên, li dijî xwezaya wê jî sûcên darbirrîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê dewam dikin.

Direvînin fidyeyê dixwazin

Rêxistinê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (polêsê leşkerî, yê sivîl, El Cebhe El Şamiyê û çeteyên Emşat) di Gulanê de bi hincetên pûç û derew 53 kes revandine. Di nav wan de de 4 jin hene. Li beramberî serbestkirina wan bi hezaran dolar fîdye xwestine. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kesên revandî ber bi deverên nediyar ve dibin da ku wan bitirsînin û pereyan ji xwediyên wan bistînin. Heger wan pere nedan jî çete girtiyan li binerdên li deverên cuda yên kantona Efrîna dagirkirî dihêlin û li wir bi rojan êşkenceyê li wan dikin.

900 dar birrîn û firotin

Piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, di encama guleberdana bêserûber a çeteyên dewleta Tirk a dagirker de zarokekî ji kampa Mehmûdiyê hat kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve, xwezaya wê têk dibin. Di Gulanê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 900 darên zeytûnê û yên merxê (qaçê) li navenda bajêr û navçeyên Mabeta û Reco birrîne; da ku wan bikin êzing û li sûkên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê bifiroşin.

Filistînî mêtingeriyê ava dikin

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên Qeterî, Kuweytî û Filistînî avahiyên mêtingeriyê li gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî ava dikin. Li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa nêzî 50 avahiyên mêtingeriyê yên nû hatin avakirin. Piştre jî wesayîtên kolandinê, 30 hektar zeviyê herêma navbirî bi erdê re kir yek.

Rêxistinê da zanîn ku Desteya Alîkariyê ya Cîhanî "Insur" bi hevkariya komeleyên Filistînî avahiya mêtingeriyê ya "Emel 2" li çiyayê Lêlûn ê başûrê rojhilatê kantona Efrîna dagirkirî ava kir.