Zaroka birîndar şehîd bû

Sêşem 13 Îlon 2022 - 21:45

  • Zaroka 13 salî ya li Şehbayê di êrişa 19´ê Tebaxa bihurî ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Zaroka 13 salî ya li Şehbayê di êrişa 19´ê Tebaxa bihurî ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker 19'ê Tebaxê bombe li gundên Hasîn, Qeramil, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û navçeya Til Rifet ên Kantona Şehbayê barandibû.

Di encama êrişê de ji gundê Til Deman ê Helebê, Xedîce Welo (55 salî) û Emîre Hisên Xelef (13 salî) birîndar bûbûn.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrînê Dr. Azad Reşo ji ANHA'yê re ragihand ku Emîre Hisên Xelef a 24 rojan dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.