Zarok bila nameyan ji gerîla re binivîsin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 04:58

  • Faraşîn Asmîn 100 euro berhev kirin û tevî nameyekê ji gerîlayan re şandin. Niha gerîla bersiva nameya wê da. Wê kela canê xwe ya jiber nameyê wiha îfade kir: Bi ya min zarok hemû lazim e ji gerîlayan re nameyan binivîsin. Hem ji bo me û hem jî ji bo wan ev dibe moralê xweş.

LEYLA AKARSU / PARÎS

Faraşîn Asmîn li Fransayê dimîne û hîna 8 salî ye. Weke gelek malbatên Kurdistanî, malbata Faraşîn jî penaber bûye û gelekî dûr ketiye ji welatê xwe, yanî ji kokên xwe. Ji ber ku li nava malbateke haydar ji rastiya xwe de mezin dibe, Faraşîn zû dest bi meraqê dike, lê dipirse, bi têkoşînê ve tê girêdan. Her ku ew guh dide, her ku fêm dike, sempatî û hezkirina wê ya ji bo Kurdistanê û gerîlayên wê re zêde dibe.

Beriya çendekê, wê 100 euro bi xwe  berhev kiribûn û bi nameyekê re ji gerîlayan re şandibû. Di nameya xwe de wê gotibû: “Heval ez gelekî hez ji we dikim. Bi vî pereyî ji xwe re gore û lepikan bikirin.” Vê nameya Faraşîn a 8 salî moral û kêfa gerîlayan xweş kir. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel, Murat Karayilan nameyek ji Asmîn re şand û malavahiya wê kir.

 

Çîrokên li bîra Faraşîn Asmînê

Dayika Faraşînê, Jiyan Kaya dibêje, helwêsta li nava malbatê, xwedî roleke mezin e di wê yekê de ku bîreweriya Faraşînê derkeve holê. Ew li ser meseleyê wiha dipeyive:“Jiyana nava malbatê, bibîranînên me, şahidiyên me û serpêhatiya me ya penaberiyê, bi demê re di bîra Asmînê de cihê xwe girtin. Lêgerîna me bi rengekî ji rengan veguherî ya Asmîn jî. Wê wêneyên gerîlayan û yên Rêbertiyê ji rojname û kovaran birrîn û bi wan odeya xwe, eynî kire mîna Kurdistaneke piçûk. Helbet ev yek di nava malê de asê nema. Li dibistanê wê nasnameya xwe ya neteweyî nîşan dida. Li aliyekî li deftera xwe ya resman gerîla dinivîsî, li aliyê din jî roj xêz dikir. Ew roj jî esas sembola Rêbertiyê bû. Rojekê di dersa resmê de, mamosteyê wê xwestiye her kes ala welatê xwe xêz bike. Asmînê jî ala Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xêz kiriye. Mamoste ecêbmayî jê pirsiye, ma welatê te ne Tirkiye? Wê jî wiha lê vegerandiye: Na welatê min Kurdistan e.”

 

Nameyek ji berxwedana bi ezamet re

Faraşîn Asmînê bi rêya nûçeyan û çapemeniya Kurd, şahidî li berxwedana bi ezamet a gerîla kiriye. Ji ber wê, wê xerciya xwe ber hev kiriye da ku ji gerîla re bişîne. Ew hestên xwe wiha îfade dike li ser vê meseleyê: “Min dixwest ji gerîla re hin tiştan bişînim. Min dest pê kir xerciyên xwe berhev kirin. Hingê hewa sar bû. Pêşî hate bîra min ku ez lepik û goreyan bikirim. Min xwest diyariyên xwe, tevî pereyên berhevkirî bi nameyekê ji gerîla re bişînim, silavekê li wan bikim.”

 

Peywendiya pêşî bi gerîla re

Ev ne nameya pêşî ya Faraşîn Asmînê bû. Wê beriya niha ji Rêber Abdullah Ocalan re jî name şandibû. Asmîn dibêje, ew nizane ka gelo nameya wê gihîştiye Rêber Abdullah Ocalan yan na. Ji bo nameya xwe ya ji bo gerîla jî ew dibêje, “Heval Cemal [Murat Karayilan] di nameya xwe de nivîsandiye, ‘Hevala hêjâ Feraşîn’. Ez gelekî bextewer û serfiraz bûm. Min name gelek caran xwend. Ev cara pêşiye ku me bi hev re peywendî danî. Vê kela canê min gelekî rakir. Bi ya min divê zarok hemû ji gerîlayan re nameyan binivîsin. Hem ji bo me û hem jî ji bo wan ev dibe moralê xweş.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.