Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), û Şanoya Çiya, di çarçoveya plansaziya xwe ya demsala havînê de ji bo zarokan bernameya hunerî dimeşîne.
Bername, bi navê “Zarhunera Havînê” û bi diruşmeya “Emê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” 1’ê Hezîrên hatiye destpêkirin.
Di çarçoveya bernameyê de li Kantona Cizîrê li Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê, navenda Dêrik, bajarên Rimêlan, Til Koçer, Qamişlo, Hesekê û bajaroka Girbawî ya girêdayî Qamişlo, li Kantona Firatê jî li bajarên Kobanê, Sirrin û Eyn Îsa perwerdeyên mûzîk, şano, wêne, govendê tên dayîn.
Li kantona Cizîrê 658 zarok û Kantona Firatê 235, bi giştî 893 zarok beşdarî perwerdeyan dibin. Li van navendan 25 mamoste ders didin zarokan.
Têkiliya bi çandê re kûrtir dibe
Ji derveyî xebatên perwerdeyê, 15’ê Hezîranê li Til Koçerê şahiyek, 26’ê Hezîranê jî li Girbawî şahiyek hatiye lidarxistin. 10’ê Tîrmehê li Dêrikê pêşbirka satrancê, 24’ê Tîrmehê jî dîsa li Dêrikê şahî, 7’ê Tîrmehê jî li Kobanê şahî hatiye lidarxistin. Li gorî bernameyê dê ji 6’ê Tebaxê heta 20’ê Tebaxê li Qamişlo, gundê Maşûq ê girêdayî Tirbespiyê, bajarê Amûdê, Navenda Çand û Hunerê ya Pargîn a li gundê Besta Sus ê Dêrikê û bajarê Til Koçer çalakiyên hunerî bên lidarxistin.
Perwerdeyên Zarhunera Havînê wê di 9’ê Tebaxê de li Kobanê û 16’ê Tebaxê de jî li Rimêlan bi şahiyan bi dawî bibin. Zarokên ku perwerde dîtine dê bi berhemên xwe yên şano, mûzîk, wêne beşdarî şahiyan bibin. Di şahiya Rimêlanê de dê pêşengehek ji 1984 wêneyên ku zarokan çêkirine pêk tê, bê vekirin. Yek ji endamên komîteya rêveber a bernameya Zarhunera Havînê Simko Cûdî dibêje, “Zarok bi kelecan beşdarî perwerde û çalakiyan dibin. Ev perwerde têkiliyên navbera zarok, malbat û çandê kûr dike. Em bi perwerdekirina zarokan dikarina civakeke pêşketî ava bikin”.
ANHA/QAMIŞLO