Zarhunera Havînê xweş hildiberîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Tebax 2025 - 01:30

BERFÎN DENÎZ

Tev-Çand Mezopotamya, Şanoya Çiya û Fonti di Pace ji bo projeya Zarhunera Havînê (Dibistana Hunerê ya Havînê) ku di 1’ê Hezîranê de dest pê kir, organîzasyonê dike û ev proje bi perwerdehî û çalakiyên hunerî berdewam dike. Endamê Tev-Çand Mezopotamya Ekin Ronî diyar kir ku di nav mehek û nîvê de zarokan perwerdehiya hunerî wergirtine û berhemên ku di van perwerdehiyan de derketine holê li Gir Bawî û Derîkê di çalakiyan de hatine pêşandan.

Ronî wiha got: “Dawî li 2’ê Tebaxê li Qamişlo ji bo zarokên Efrînî çalakiyek hate kirin. Paşê li herêma Koçerê li Navenda Çandê ya Pargînê, li gundê Maşûq ê Tirbespiyê, li Amûdê û Hesekê çalakiyên me wê berdewam bikin. Li herêma Kobanê ku ji hêla Şaredariya Durango ve tê piştgirîkirin, di 9’ê Tebaxê de li Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xido ya Kobanê, li bajarên Şêrîn û Eynel Îsa bi beşdariya hunermendên zarok wê çalakiyeke navendî bê kirin. Di dawiyê de jî di 16’ê Tebaxê de bi çalakiyeke navendî ya din wê projeya me ya îsal bi dawî bibe. Herwiha em ê beşdarî Festîvala Zarokan a ku ji hêla Tevgera Jinên Hilala Zêrîn ve di 1’ê Îlonê de tê organîzekirin jî bibin.”

150 zarok  berhemên xwe nîşan dan

Ronî ragihand ku di çalakiya 2’ê Tebaxê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şexo ya Qamişlo 500 zarok wekî temaşevan beşdar bûn û wiha axivî: “Di çalakiyê de nêzî 150 zarokan berhemên xwe yên hunerî li ser sehnê pêşkêş kirin. Di bernameyê de yekem helbesta ‘Ji Hemû Zarokan Re’ ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye nivîsandin hate xwendin. Piştre nîşandana fîlmeke 20 deqîqeyî ya Charlie Chaplin hate kirin. Paşê koma şanoyê ya zarokên Gir Bawî lîstika Pire Rovî (Jin û Rovî), koma zarokên Navenda Çanda Xabûr a Hesekê jî lîstika Pîsîka Reş (Pîsîka Gerok) pêşkêş kirin û zarokan bi eleqe lîstik temaşe kirin. Di warê muzîkê de jî koma zarokên Navenda Çanda Xabûr a Hesekê û koma zarokên Gir Bawî derketin sehnê.” Ronî herwiha destnîşan kir ku dansa ku ji hêla Rêxistina Zarokên Stêrk ve hatiye amadekirin gelekî bal kişandiye.

Hunera bi zimanê dayikê girîng e

Ronî diyar kir ku di çarçoveya vê projeyê de Tev-Çand ji bo zarokan berpirsyariyên xwe zêde dike û wan bi cih tîne, û wiha got: “Ji ber ku huner di perwerdehî û geşepêdana kesayetiya zarokan de gelekî girîng e. Bi taybetî ku ev bi zimanê dayikê be, ev yek hîn girîngtir e. Zarok di perwerdehiyên ku dibînin de li gorî qadên xwe yên eleqeyê diçin û ev jî paşeroja wan diyar dike.”

Têkiliya wan a bi jiyanê re xurttir dibe

Ronî behs kir ku çalakî saet di nehê sibehê de dest pê kiriye, û got: “Rojekê berê provayên me qediyan û zarok gelekî bi kelecan bûn. Mînak, koma Hesekê ji ber ku berê prova nekiribû, sibehê saet pêncan rabûn û saet heftê hatin û li ser sehnê provayên xwe kirin, ev gelekî watedar bû. Di koma muzîkê ya Amûdê de nêzî 30 zarok bi sazên wekî bilûr, keman û amûrên rîtmîk li ser sehnê bûn. Di nav komê de zarokên 8-9 salî jî hebûn, gelekî bi xwebawer bûn. Komên şanoyê ji bo wan hîn watedartir in. Ji ber ku nêzî mehek û nîv e perwerdehî dibînin, provayan dikin, perwerdehiya sehnê werdigirin û lîstikên xwe heta vê astê anîne. Ji bo hin lîstikan stran hatin gotin, qeydên muzîkê hatin çêkirin. Ji bo hin lîstikan cil hatin dirûtin, dekor hatin çêkirin. Wan jî keda mezin dane. Encama wê kedê dîtin, gelekî bi kelecan bûn. Zarokên Efrînî di vê xebatê de cihê wan cuda ye. Hem di muzîkê de, hem di şanoyê de û hem jî di xebatên wêneyan de cih digirin. Dawî li Şehba di êrîşên ku hatin kirin bandor li wan kiribû. Niha li gelek bajarên Rojava bi cih bûne, Qamişlo yek ji wan e. Gihîştina me ya van zarokan û beşdarbûna wan di xebatên hunerî de gelekî bi qîmet e. Bi awayekî huner jiyana wan ji nû ve ava dike û têkiliya wan bi jiyanê re xurtir dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.