• Dîroka zaran pirr kevn e. Ji mêj ve ye meriv ji bo karibin derheqê siberojê de hin tiştan şirove bikin, zaran diavêtin û li gorî encama zaran nirxandinan dikin.

Dîroka zaran pirr kevn e. Ji mêj ve ye meriv ji bo karibin derheqê siberojê de hin tiştan şirove bikin, zaran diavêtin û li gorî encama zaran nirxandinan dikin. Beriya zaran “kab” hebûn û bi demê re ev kab guherîn bûn “zar”. Ew zar bûn ku gelek caran bext û siûda însanan diyar dikirin. Lê ji bo lîstikê jî ew dihatin bikaranîn.  

Li Romaya kevnar jî zarên bi navê “ikosahedron” yên ku 20 berên wan hebûn navdar bûn. Ji “zar”an wêdetir maneya “ikosahedron”an hebû. Li ser her berekî van zaran bi tîp an jî reqamên Yewnanî nivîs hebûn. Li gorî van tîp û reqaman şens, bext û siberoja însanan dihatin nirxandin.

Li gorî encamên kolanên arkeolojîk zarên “ikosahedron” axlebe ji hestî û diranê fîlan dihatin çêkirin. Lê hin ji wan zaran bi bronz û keviran jî hatine çêkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN