Ji Elmanya, Ewrûpa û gelek welatên dinyayê 1300 kes ji bo konferansê hatibûn vexwendin. Zanyarên navdar ên cîhanê John Holloway û Marîa de Jesus Patricio Martinez ku di sala 2018’an de namzeta serokkomariya Meksîkayê jî wê di konferansê de biaxiviyana. Yek ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê Neues Deutschland (nd) astengkirina konferansê bi sernavê ‘Li Hambûrgê zanist hate qedexekirin’ anîne rojevê. Rojnameyê agahî ji çavkaniyên nêzî zanîngehê stendiye û li gorî agahiyan sedema qedexeyê ev e ku wê Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di konferansê de biaxive.
Hate diyarkirin îstîxbaratê destnîşan kiriye ku Gunay demekê parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û ev tişt kiriye hincet. Di nûçeya rojnameyê de ya ku ji aliyê Chrîstoper Wîmmer ve hatiye amadekirin, tê diyarkirin ku Gunay a niha li Tirkiyeyê rêvebera partiyeke legal e, îstîxbarat û rektorê zanîngehê jî naxwazin vî tiştî bibînin.
BERLÎN