Li ser şîreta Rêxistina Istîxbarata Hundir a Elman (weke Rêxistian Parastina Destûrê tê binavkirin), Zanîngeha Hamburgê konferansa "Dinyaya me li me vegerînin" betal kir. Biryar bû ku konferans weke dewama Konferasnên Navdixwedana li dijî Modernîteya Kapîtalîst, weke xeleke 4´an ji 7´ê Nîsanê heta 9´ê Nîsanê li kampusa Zanîngeha Hamburgê bi rê ve biçûya.
Organîzator ji biryarê ne razî ne. Lê ew tevî astengkirinan hemûyan jî bi israr in ku konferansê li dar bixin û niha li mekanên alternatîf digerin.
Amadekariyên konferansê ev qederê salekê ye dewam dikirin û rêvebeirya Zanîngeha Hamburgê, 4 rojan beriya konferansê, konferans betal kir. Rektorê zanîngehê da zanîn ku wî guh daye şîreta Rêxistina Istîxbarata Hundir a Elman û li kampusa zanîngehê lidarxistina konferansê qedexe kiriye.
Organîzatoran qedexe rûreş kir û got, ji seranserê dinyayê 1300 kes wê beşdarî konferansê bibin û tenê beriya 4 rojan betalkirina wê, skandalek e. Organîzator, di heman demê meclîsa xwendekaran a zanîngehlê ye û dibêje, weke nûnerê 40 hezar xwendekaran, ew ê vê skandalê qebûl nekin.
Organîzatoran got, Rêveberiya Zanîngehê bi vê yekê xwedî li azadiya akademîk derneketiye û di heman demê de biryara li ser wê yekê ka kî dikare tevlî minaqeşeyên zanistî bibe jî ji înîsiyatîfa rêxistina istîxbaratê re hiştiye.
Nûnerên xwendekaran got, ew ji ber vê êrişa li dijî xwerêvebeirya xwendekaran, xweseriya akademiyê û azadiya xweîfadekirinê, metel mane.
Ji bo alternatîfan dixebitin
Ji Înîsiyatîfa Navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî – ji Kurdistanê re Aştî" û ji organîzatorên konferansê, Seçkin Guneşer ji rojnameya me re got, "Betakirina konferansa 4´an bi înîsiytîfa rêxistina istîxbaratê, ne ya qebûlkirinê ye." Wê biryara qedexekirinê ya rêveberiya zanîngehê rexne kir û pê re jî got, li fikra sendîkayên xwendekaran jî nepirsîne, û ev jî êrişeke mezin e li dijî azadiya ramenê, xwendekaran û civakê hemûyî.
Guneşer da zanîn ku niha ew hewl didin alternatîfan ava bikin û li ser dem û mekanên cihê niha xebatên xwe dimeşînin. Wê da zanîn ku li ser encamên xebatên xwe ew ê raya giştî agahadar bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN