HPG'ê ragihand ku 9'ê Îlonê li Şirnexê gerîla Zal Şengal Gabar (Hamît Yazan) şehîd bûye. HPG'ê her wiha ragihand, di çalakiya ûehîdbûna Zal Şengal de 3 endamên hêzên taybet ên dagirker hatine cezakirin û Zal Şengal bi şêwazeke fedayî şer kiriye. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya niviskî de got, ''8'ê Îlona 2021'an artêşa Tirk a dagirker li qada Elkê ya Şirnexê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. 9'ê Îlona 2021'an berê sibehê hêzên me yên li vir piştî ku demekê leşkerên dijmin şopandin, çalakiyeke karîger kirin: “Di vê çalakiyê de 3 endamên hêzen taybet ên dijmin hatin cezakirin. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Zal Şengal heta hilma xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.”

HGP'ê li ser Zal Şengal got, "Hevrêyê me Zal Şengal sala 2013'an piştî ku partiya me nas dike, bi demeke kurt heqîqeta Rêber Apo û PKK'ê nas kiriye, bawerî pê aniye, sala 2014'an tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me Zal Şengal 3 salan li Botanê gerîlatiyê dike, ji Botanê pirr hez dike. Di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li Botanê dibe.

Di van çalakiyan de tevî ku bi giranî birîndar bûye jî, tiştek ji daxwaz û biryardariya xwe kêm nekiriye, berevajî bêhtir tûj bû. Demekê li qadên Başûr ji bo derman bibe, ma, lê her dem xwest vegere Botanê. Wî li Başûr ji bo ku bibe fermandarekî zîrek demekê tevlî nav xebatên perwedehiyê bû û piştre çû Botanê. Herî dawî li Elkê li dijî operasyona dagirker a dijmin a li ser Elkê, demekê dijmin şopand û dema ku dijmin xafil dibe, derbên giran li dijmin dide. Piştre bi mînakeke mezin a hevrêtiyê, ji bo ku karibe hevalên din bi saxî û silametî ji deverê derxîne, demeke dirêj bi dijmin re şer kir û şehîd bû.

Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Zal Şengal gelê me yê welatparêz ê Wan û Kurdistanê sax be.”

Agahiyên nasnameya şehîdî wiha ne:

Zal Şengal Gabar (Hamît Yazan) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Gulşen û Faysal, 9'ê Îlona 2021’ê li Şirnexê şehîd bû.

BEHDÎNAN