Zagros û Dilgeş şehîd bûn

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 21:27

  • HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Şemzînanê 19´ê Hezîranê şehîd bûn, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di wî şerî de 2 jê payebilind 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. 

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Şemzînanê 19´ê Hezîranê şehîd bûn, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di wî şerî de 2 jê payebilind 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji bo şerê şehîdbûna herdu gerîlayan got, "Dewleta Tirk a dagirker di 18-19'ê Hezîrana 2022'an de li qadên Derya û Hêrebanê yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kir. 18'ê Hezîranê li qada Dola Reşanê saet di 17:00´an de li dagirkeran hate xistin. Di vî şerî de ku heta 19'ê Hezîranê dewam kir, 2 jê payebilind bi giştî 7 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 19'ê Hezîranê bi şev bi wesayitên zirxî windahiyên xwe ji deverê birin. Di vî şerî de hevrêyên me Zagros û Dilgeş bi fedaîtî bi ser dagirkeran de çûn, bi ruhê milîtaniya Apoyî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, ji bo dîl nekevin destê dagirkeran bombeyên xwe bi xwe de teqandin û tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bûn."

HPG´ê ji bo şehîd Zagros Senar got, "Hevrêyê me Zagros sala 2008'an ji Lubnanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi kedkarî û fedekariya xwe timî li pêş bû. Têkoşîna gerîla ne tenê weke têkoşîneke leşkerî nirxand, aliyên polîtîk û îdeolojîk ên gerîlatiyê fêhm kir. Lewma xwest têkoşînê bi rengê herî xurt bimeşîne, di vê hewldana xwe de jî bi durustî û jidilbûna xwe bû milîtanekî mînak. 6 salan li herêma Zagrosê gerîlatî kir û cih nehişt ku lê nema û kedeke bêhempa da. Piştî pratîka Zagrosan salan hevrêyê me Zagros li Dibistana Navendî ya Partiyê tevlî perwerdeyê bû, ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û li gorî felsefeya Rêbertî hewl da jiyana xwe diyar bike.

Piştî pratîka salekê ya li Heftenînê di dawiya sala 2013'an de careke din derbasî Zagrosan bû, li Eyaleta Xakurkê tevlî kar bû. Li Eyaleta Xakurkê 5 salan di asta fermandariya yekîneyê de kar kir. Piştre li ser bingeha jinûve avakirina gerîla tevlî perwerdeya fermandariyê bû û sala 2019'an weke fermandarê herêmê derbasî xeta Gever û Şemzînanê bû. Li gel tedbîrên giran ên dijmin jî weke fermandarekî gerîla yê afirîner taktîkên dewlemend ava kirin û çalakiyên bi bandor li dijî dijmin kirin. 19'ê Hezîranê di operasyona dijmin de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û bi kevneşopiya fedaîtiyê ya PKK'ê re dilsoz ma."

JI bo şehîd Dilgeş Sine jî HPG´ê got, "Hevrêyê me Dilgeş sala 2018'an dest ji zanîngehê berda û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Dilgeş ji sala 2018'an heta 2021'ê li qadên cuda gerîlatî kir û di vê pêvajoyê de li gel perwerdeya bingehîn her wiha perwerdeyên pisporiyê jî qedandin û bû milîtanekî şareza. Hevrêyê me Dilgeş sala 2021'ê derbasî xeta Gever û Şemzînanê bû û di demeke kurt de hînî vê qadê bû. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rêxistin kir û kir çalakî. Hevrêyê me Dilgeş ji bo vê armanca xwe pêk bîne gelekî ked da. Di operasyonên dagirkeriyê yên dijmin de 18-19'ê Hezîranê, tevî hevrê Zagros bi hostatiyeke mezin tevgeriya, derbên giran li dijmin xistin û ziraviya pêwîstiyên gerîlatiya Apoyî bi vî rengî bi cih anî, bû milîtanekî mînak ê gerîlatiya serdema nû. Heta nefesa dawî li dijî dijmin şer kir û piştre li gorî kevneşopiya fedaîtiyê ya Bêrîtan û Zîlanan şehîd bû."

Nasnameya herdu şehîdan wiha ye:

-  Zagros Senar (Pervan Alî Yûsuf) ê li Efrînê ji dayik bûye, kurê Hayfe û Mehmet Alî, 19'ê Hezîrana 2022´yan li Geverê şehîd bû.

-  Dilgeş Sine (Loqman Felahî) yê li Sine ji dayik bûye, kurê Amîne û Mustefa, 19'ê Hezîrana 2022´yan li Geverê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.