YRK’ê Berxwedan Çiyager bibîranî
Pêncşem 7 Îlon 2023 - 00:05
Ragihandina YRK'ê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker 2'ê Îlonê de li herêma Pênciwînê pêkanîn, gerîla Berxwedan Çiyager şehîd bû.
Ragihandina Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên 1 û 2'ê Îlonê yên li qadên Asos û Pênciwênê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişa di roja aştiyê ya cîhanê de hate kirin nîşan dide ku dewleta Tirk li hemû parçeyan êrişî destketiyên gelê Kurd dike.
YRK'ê got, "Bi vî awayî êrîşî gerîla, pêşeng û coxrafya Kurdistanê dike. Çend roj berî niha me diyar kiribûn ku di êrîşên Asosê de ziyanên canî çênebibû. Lê di 2’ê Îlonê de dema du hevalên me ku li ser erkên xwe bûn, hedef hatin girtin. Di encam de hevalê me Berxwedan Amed şehîd bû."
Hevrê Berxwedan li Amedê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Malbata wî di encama politîkayên qirker ên dewleta Tirk de, ji neçarî derbasî metropolê Stenbolê bû. Di encama zextên dagirkeriya faşîst û qirker de dîsa ji neçarî ji Tirkiye derbasî Ewropayê dibe. Li vir jî dema şahidiya zextên li ser Kurdan û qetilkirina pêşenga jina Kurd Heval Evîn Goyî dike, biryara vegera li welat dide. Ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd helwesta şoreşgerî û welatparêzî di bûna gerîla de raber dike û dixwaze wekî gerîlayekî bibe pêşengekî Kurdistanê. Di heyama biryara vegera welat de şoreşa 'Jin, jiyan û Azadî' li Kurdistan û Îran, li hemû dinyayê deng vedide. Her wiha daxwaza wî ya naskirina çand û erdnigariya Rojhilatê Kurdistan dibe sedem ku, ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinê berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û di nav Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê de cih digre. Ji roja tevlibûnê heta şahadetê ji bo layiqê Rêbertî û hevrêtiyê bibe, bi sekneke zana, wêrek û fedakar têdikoşe. Em di serî de ji malbata hêja û welatparêz a şehîd Berxwedan, ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em soz didin tola şehîd Berxwedan û hemû şehîdên azadiyê bi misogerkirina azadiya Rêber Apo û serxistina avakirina Kurdistaneke azad û demokratîk hilînin."
Nasnameya gerîlayê şehîd bûye bi vî rengî ye:
Berxwedan Çiyager (Mazlûm Ozturk), li Amedê jidayîk bûye, 2’ê Îlona 2023’an li Pênciwên şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN