YRK’ê 3 şehîd bi bîr anîn

Sêşem 14 Adar 2023 - 23:13

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di dem û cihên cuda de 3 hevrêyên me dema ku li ser erka xwe bûn, di encama qezayê de gihîştin şehadetê. Di serî de em ji malbatên her 3 hevrêyên xwe û ji gelên Kurd re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne;

"Hevrêyê me Med Mezopotamya di sala 1996’an de li bajarê Seqizê di nava malbateke welatparêz û bi axa xwe ve girêdayî çavê xwe li dinyayê vedike. Di nava refên gerîla de her tim bi ked û moralê ku di dilê hevalên xwe de dida avakirin dibû kesayetekî mînak.

Hevrêyê me Reşîd Serhed li bajarê Mihabadê çavê xwe li dinyayê vedike. Di sala 2017’an de berê xwe dide nava refên gerîla. Zanebûna xwe ya heyî bi rêbaza Rêber Apo re dewlemend dike û li her dera têkoşîn lê dihate meşandin bê hesab bi fedekartî û ked dayina bê sînor dibû kesayetekî nimûne di nava refê me de.

Hevrêyê me Brûsk Nîrvan ji bajarê Bane bû. Di sala 2018’an de beşdarî nava refên gerîla dibe. Di nava refên me de her çiqas xwendin û nivîsandina xwe nebû bi mereq û kelecaneke mezin her tim dixwest fikr û felsefeya Rêber Apo ji kûr de nas bike û bijî.

Med Mezopotamya (Ramîn Nesrûlahzade), di sala 2019’an de li Pênciwên şehîd bû.
Brûsk Nîrvan (Xisrew Spayî), di sala 2018’an de li Asos şehîd bû.
Reşîd Serhed (Mûsa Mehmûd Reş), di sala 2019’an de li Aso şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.