YRK: 4 gerîlayên me şehîd bûn
Sêşem 1 Mijdar 2022 - 01:31
YRK’ê (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê) ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de ku demên cuda pêk hatine, li herêma Asosê 4 gerîla şehîd bûne.
Daxuyanî YRK’ê wiha ye:"26.9.2022 li herêma Asosê ya girêdayî Şarbajar êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker çêbûbû. Di vê êrîşê de hevalekî me birîndar bibû. Wekî tê zanîn ev hevalê me dema li ser erka xwe ye, rûbirûyê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker tê û birîndar dibe. Di dîroka 5.10.2022 de hevalê me yê ku birîndar bibû digihêje asta şehadetê. Hevalê şehîd bûyî Sîrwan Sine (Hiseyin Rehmetî) bû. Hûseyîn Rehmetî bi nasnav Sîrwan Sine di sala 1989’an de di nava malbateke welatparêz li gundê Tengîser ê girêdayî Jawero çavê xwe li dinyayê vedike. Şehadeta 6 gerîlayan li Qendîlê ku ji aliyê çapemeniya PJAK''ê ve hate ragihandin, bandorê lê dike û ji ber wê jî di sala 2008'an de tevlî nava refên gerîla dibe. Di nava refên gerîla de pir zû bi pêş dikeve. Di sala 2011’an de li kêleka fermandar Simko Serhildan di nava şerê Qendîlê de dibe xwedî ezmûn û tecrûbeyekî mezin. Di nav refên gerîla de her tim bi kesayeta xwe ya xwedî ked dihate naskirin. Bêhesap tevlîbûn û dilpak û dirûst nêzîkbûna xwe ya li beramberî her erkê rêxistinê di demekî kurt de bû milîtanekî rast ê Apoyî. Ew tişta ku di kesayeta xwe de dida avakirin dihişt ku li hemberî dijmin sekneke xurt nîşan bide û pêşengatiya serdemê bigire ser milê xwe.
Di serî de em ji malbata hevalê xwe Sîrwan û giştî gelê Kurdistanê yê welatparêz re ser saxî dixwazin. Em baş dizanin ku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo xwîna şehîdên me yên qehreman li erdê nemîne, ew ê şopdarên şehîdên xwe bin. Em jî weke gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwedî li ked û nirxên van hevalên me ava kirine, derkevin, ala ku teslîmê me kirine heta dawî em ê berz û bilind bikin û em soza tola şehîdên xwe yên qehreman erdê nehêlin, didin.
3 şervanên dîtir jî şehîd bûne
Di 29 Cotmeha 2022’an de li ser qada Asosê li du cihên cuda de êrîşên balafira keşfê hate kirin. Di van êrîşan de heval Serhed, Dilovan û Bager şehîd ketin. Di derbarê nasnameyên her 3’ê hevalan de di demên pêş de em ê gelê xwe agahdar bikin.”
ANF/SINE