Têkoşerên bê wêne yên kesayeta APO’yî
Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:50
Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 2 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got:’’Di 15’ê Tîrmeha 2024’an de 2 rêhevalên me yên bi navê Arîn Qoser û Tolhildan Nûman dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, gihîştin şehadetê.’’ Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YRK’ê ya têkildarî şehîdên HPJ’ê bi vî rengî ye:’’Rêheval Arîn û Tolhildan bi jiyan û tekoşîna xwe bê navber ji roja ku tevgera me nas kirin bi moral û heyecaneke pir mezin tevlî bûn û bi jiyana xwe ya bênimûne bûn nimûneya kesayeta Apoyî. Li ser hîmê fikir û ramanên Rêber Apo bê navber xwe perwerde û zana kirin. Bi tevlîbûneke pir bihêz, xwe beşdar kirin û bûn nimûneya bêdawî ya milîtantiya Rêber Apo li Kurdistanê daye avakirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza pêkanîna xeyalên wan careke din dubare dikin.
Hevrêya me Arîn Qoser di sala 2001’an de li Qosera Mêrdîna Bakûrê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Arîn di her kar û xebatê ku da meşandin de her tim armanca xwe ya sereke li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Bi kelecan, fedekarî û hezkirineke bêhempa beşdarbûna xwe di nava jiyana gerîlayan de da avakirin. Bi kesayeta xwe ya zana û jîr bêyî dudilî tevlî her karî bû.
Hevrêya me Tolhildan Nûman ewladeke xaka Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Dilrefên a bajarê Merîwan’ê çavê xwe li dinyayê vekir. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 2023’yan de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me li ser esasê rêgezê xeta azadiya jina ya ku Rêber Apo jê re pêşengtiyê dike û bi hezaran jin di berdêla wê de canê xwe feda kirine ji bo bikaribe li Rojhilatê Kurdistanê bibe bersiv her tim xwe perwerde kir û pêş xist. Bi dengê xwe yê zelal di nava her kêliya jiyanê de, ji bo hemû hevrêyên xwe çavkaniya hêz û moralê bû.’’ Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:
Arîn Qoser (Zîlan Esen), li Qoserê jidayîk bûye, 15’ê Tîrmeha 2024’an li Asos şehîd bû.
Tolhildan Nûman (Kanî Talireng), li Merîwan jidayîk bûye, 15’ê Tîrmeha 2024’an li Asos şehîd bû.
BEHDÎNAN