YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir

Nûçeyên Jin

Yekşem 7 Îlon 2025 - 15:30

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya gerîlaya HPJ’ê Cîhan Pepûle ya ku di 22'yê Hezîrana 2025’an de li Pêncewînê şehîd bû, eşkere kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe bigihînin serketinê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya gerîlaya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) a ku di sala 2025’an de şehîd bû eşkere kir û ev tişt diyar kir:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî re;

Em bi xemgîniyeke mezin şehadeta gerîlayeke HPJ’ê ya bi navê Cîhan Pepûle ku pêşenga Şoreşa Jin Jiyan Azadî ye û ewladeke bi nirx a ji Rojhilatê Kurdistanê ye radigihîn in. Hevrêya me dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama qezayeke bê dem de di 22’yê Hezîrana 2025’an de gihişt asta şehadetê.

Di serî de em ji malbata hevrêya xwe û di şexsê gelê esîl ê Hewraman de, ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz û peymana xwe dubare dikin ku têkoşîna hevreyên xwe bigihînin serkeftinê.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Cîhan Pepûle

Nav û Paşnav: Sena Ibrahîmya

Cihê Jidayikbûnê: Hewraman

Dayik-Bav: Çîmen - Eywez

Dem û Cihê Şehadetê: 22'yê Hezîrana 2025 - Pêncewîn. "

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.