Di serketinê de bi israr bû
Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:55

- YRK'ê nasnameya şehîd Feraşîn Bêrîtan eşkere kir û diyar kir ku di şexsê Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de wê xwedî li ked û têkoşîna tevahiya şehîdan derkevin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya fermandar Gerdenî Deman bi nasnav Feraşîn Bêrîtan eşkere kir.Daxuyanî bi vî rengî ye:"Di 14’ê Berfenbara 2023’an de, dema ku fermandar û hevreyê me Feraşîn Bêrîtan li ser erkê xwe yên şoreşgerî bû, li qadên me di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de gihîşte şehadetê.
Şehîdên me ji bo armancên mezin bûn cangoriyên têkoşînê û hevrêyên rast ên Rêber Apo. Di nava şert û mercên herî zehmet de, ku her kesî digot dijmin li Kurdistanê her tişt teslîm girtiye, bûn şervan û fermandarên fedayî ya gelê xwe. Şehîdên me bûn dîroknasên herî mezin ku dîrok fêm kirin û di dîrokê de destanên lehengane yên bê nimûne nivîsandin. Ji bo vê jiyanîkirina tevahî hesret û bêrîkirinên şehîdan, erka me ya sereke ye. Di vê çarçoveyê de em diyar dikin ku li gorî wesiyeta şehîdan jiyîn, erk û berpirsyartiya şoreşgertiyê ya sereke û bingehîn e. Li ser vê esasê em di şexsê fermandarê xwe, hevrê Feraşîn Bêrîtan de, soza xwe li beramberî tevahî şehîdan nû dikin û xwedî li armancên wan a jiyana azad derdikevin.
Di serî de, ji malbata hêja ya şehîdê xwe re, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xeyalê wan gihandina serkeftinê didin diyar kirin.
Hevrêya me Gerden Deman bi navê xwe yê tevgerî Feraşîn Bêrîtan, di sala 1989’an de, li bajarê Selmas a Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vekir. Di sala 2008’an de beşdarî nava refên tevgera azadiyê bû. Bi zîrekî, zindîbûn û kêrhatîbûn û xwîngermiya xwe her kes li derdorê xwe dicivand û bawerî, hêz, îrade bi her kesî dida jiyan kirin. Bi van taybetmendiyên xwe yên xweşik, ku bi rengê cewhera jinê ye, hevrê Feraşîn li qadên cuda cuda têkoşîn kir. Li her qadekê ku têkoşîn kiriye, bi jêhatîbûn û fedakariya xwe, têkiliyên bi gel û hevreyên xwe re, bi moral û coşeke mezin domand. Di nava têkoşîna bê navber a 15 salan de berpirsyartiyên mezin girte ser milên xwe, bi înada xwe ya di serkeftinê de jî, serkeftinên mezin bi dest xistin. Li ser vê esasî, em careke din diyar dikin ku em ê di şexsê hevrê Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de xwedî li ked û têkoşîna tevahî şehîdan derbikevin. Em weke Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, ji malbatê hêja ya şehîda xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan, soza bilind kirin û serxistina têkoşîna wan didin." Agahiyên li ser nasnameya hevreyê me yê şehîd, bi vê rengî ye:
Feraşîn Bêrîtan (Gerdenî Deman), li Selmasê jidayîk bûye, 14’ê Berfanbara 2023’an şehîd bû.
BEHDÎNAN














