YRK 3 şehîd bibîranîn

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 02:55

Fermandariya YRK’ê diyar kir ku 3 hevrêyên wan 14’ê Tîrmehê li Pêncewînê dema li ser erka xwe bûn, di êrîşa balafiran de şehîd bûn û got:“Em soz didin ku em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin û teqez xeyalên wan pêk bînin.” Daxuyaniya Fermandariya YRK’ê bi vî rengî ye:“Di nava van 2 salên dawî de û bi taybet jî di nava vê salê de, bi êrîşên li ser qada Metîna re li ser qadên me yên Hêzên Rojhilat bê navber gera balafirên keşfê heye. Bi giştî li ser qada me ya Pêncewîn bê navber gera balafira keşfên dagirkeriya Tirk heye. Di heman demê de 5 caran balafira keşfê êrîş pêk aniye. Herî dawî li ser qada Pêncewîn bê navber balafira keşfê geriya ye. Di dîroka 14’ê Tîrmehê de balafirên şer di seat 18:00 û 18:30 de 3 caran qadê bomebaran dikin. Yekîneyek me dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, dibe hedefa van bombebaranan û di encam de 3 hevalên me şehîd bûn. Di serî de em ji malbatên şehîdên xwe yên qehreman û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em li vir careke din didin diyarkirin ku em ê ji bo serkeftinê li ser rêya van şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawî bimeşin û xeyalên wan rêhevalên xwe bighînin serkeftinê.

Hevrêyê me Cengawer li bajarê Mihabadê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2020’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya sade û dil gerim di nava dilê her hevalekî de cih girt. 

Hevrê Andok li bajarê Rihayê jidayîk bû. Sala 2020’an ji paytexta Fransa Parîsê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. 

Kesayetek heta dawî di jiyanê de kedkar, di jiyanê de xwedî hewldana mezin û jiyankirina hevaltiyê bû.

Hevrêyê me Rênas li bajarê Bane di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2022’an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku jiyana gerîla nas dike van gotinan tîne ser ziman; jiyana ku min heta niha jiyan kir hemû rengê wê tenê koletî bû, bi beşdarbûna min a nava refên gerîla ji min rojbûneke nû ye.”

Agahihên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:

Cengawer Mîkayîl (Hîdayet Resûlî) 14’ê Tîrmeha 2024’an li Pêncewên şehîd bû.

Andok Tolhildan (Omer Firat), 14’ê Tîrmeha 2024’an li Pêncewên şehîd bû.

Raman Rênas (Îrfan Zendî), 14’ê Tîrmeha 2024’an li Pencewên şehîd bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.