YPJ′ê jineke Êzîdî rizgar kir

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:15

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku jina ciwan a Êzîdî ya bi navê Firyal Xidir ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dema çeteyên DAIŞ′ê di sala 2014′an de bi awayekî hovane êrişî Şengalê kiribû, Firyal 12 salî bû. Dema ku xelkê Şengalê hewl dan xwe ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin, çeteyan rê li ber wan girtin û di nav de hejmareke endamên malbata Firyal û gelek xelkê Şengalê yên ji temenên cuda, bi taybet jin û keç revandin û kesên mezin li cihekî kom kirin û bê rehm wan qetil kirin. Jin ciwan a Êzîdî ku niha 21 salî ye, derbarê serpêhatiya xwe de axivî. Li gorî Firyal, çeteyên DAIŞ′ê ew revandin û birin dibistana mezin a li Til Eferê. Piştre jin û keç ji mêran cuda kirin. Heta zarokên keçîn ji hev cuda kirin. Her wiha keç û jin jî ji hev cuda kirin. Jin li Til Eferê hiştin û keç wekî kole birin Mûsilê û li wir emîran keç hildibijartin û dibirin û difirotin, ne digotin biçûk e ne jî mezin e. Piştî demekê li Mûsilê man, vê carê tevî ku keçên xalê xwe wekî kole birin Şedadê ya Sûriyeyê û li dibistanekê hatin ragirtin.

5 caran ew firotin

Firyal hîna 14 saliya xwe derbas nekiribû, tevî keçeke din wê birin Reqayê û firotin.  Li wir jî li gel berpirsekî DAIŞ′ê bi navê Ebû Mihemed dîlgirtî ma heta temenê wê bû 15 sal. Di zarokatiya xwe de zarokek anî.  DAIŞ′iyê pê re zewicî bû di dema operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de hat kuştin.

Dema operasyona QSD′ê çawa tevî jinên din ji Reqayê ber bi Dêrazorê ve bi taybet li Baxozê hatin veguhestin û li çolan êşa serma û birçîbûnê dikişandin, nexasim di destê wê de pitika wê hebû. Piştî demeke biçûk ew birin Babê û li wir 2 salan ma, herî dawî jî birin Idlibê. Piştî vê rêwîtiya dijwar, Firyalê xwest bi hemû rê û rêbazan ji çeteyan rizgar bibe. Hewldanên YPJ′ê yên rizgarkirina Firyalê û gihandina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketin û ew rizgar kir. Çeteyên DAIŞ′ê 5 caran Firyal firotin. Firyal heta niha nizane ka çeteyên DAIŞ′ê xizmên wê qetil kirine yan hîna sax in."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.