YNK’ê xwest PDK pêşmergeyê wê berde

Sêşem 18 Çile 2022 - 22:30

  • Parlamenterê YNK´ê yê Herêma Kurdistanê, Cemal Hewêz got, li ser rexnekirinê binçavkirina pêşmergeyekî karekî xerab e û xwest PDK zû pêşmergeyê wan berde.

Parlamenterê YNK´ê yê Herêma Kurdistanê, Cemal Hewêz got, li ser rexnekirinê binçavkirina pêşmergeyekî karekî xerab e û xwest PDK zû pêşmergeyê wan berde.

Li Hewlêrê di 16’ê Çile de Asayîşa PDK’ê, pêşmergeyê YNK´ê Karwan Ebdulwahîd li mala wî ya li daîreyên Bihar ji ber rexne li serokwezîrêPDK´ê kirîbû, kirin nezaretê û heta hîna jî berdaye.

Parlamenterê YNK´ê Cemal Hewêz têkildarî mijarê got, “Binçavkirina wî pêşmergeyî ya li ser rexnekirinê karekî xerab bû. Ji ber ku îro her welatiyekî, rexne hene. Gelo dibe hemû welatî werin girtin. Nabe welatî ji ber rexneyê werin binçavkirin yan jî girtin. Bi taybetî heger pêşmerge bin. Niha hewldanên me yên ji bo berdana wî dewam dikin. Divê di demeke zû de were berdan. Wan ji me re gotiye, divê dadwer dosya wî bibînin û biryarê li ser bidin. Lê, heta niha me encam nedîtiye.”

Cemal Hewêz got, ji ber ku wî pêşmergeyî titşek nekiriye, wan jê re parêzer negirtiye. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.