YNK’ê serdana Maxmûrê kir
Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 14:37
Şandeya YNK’ê ya herêma Mexmûrê çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîla û fermandarê HPG’ê Diyar Norşîn li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye danîn.
Li ser navê şandeya YNK’ê Xazî Feysel destpêkê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Faysel da zanîn ku, ev şehîd ne tenê şehîdê PKK’ê ye, şehîdê tevahî gelê Kurdistanê ye û got: “Dijminê me yek e. Ji bo wê jî divê em hemû bi hev re yekîtiya xwe çêbikin û li ber xwe bidin da ku em bikaribin her çar parçeyên Kurdistanê rizgar bikin.”
Faysel di berdewamiyê de got;“Em weke YNK’ê li ser fikra Mam Celal û Rêber Apo dimeşin. Em ne li dijî ti netewan in, em li dijî dagirkeran in. Her wiha em weke YNK’ê û PKK’ê yek in û xaka xwe diparêzin.”
Her wiha Mamosta Hecî Kaçan jî têkildarî yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê axivî û diyar kir ku, metirsiya ku li ser gelê Kurd hê jî didome û got;“Eger em parçe bin û belav bin wê ti yekîtî û hêza me nebe, eger yekîtiya me hebe em ê bi hêz bin û em ê bikaribin hemû planên dijmin yên li ser gelê Kurd vala derbixin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”
ANF/MAXMÛR